Di dîdarekê de rewş û pêşhatên emnî û serbazî li Îraqê û deverê, şerê dijî terorê û giringiya pêkanîna hevpeymaniya navdewletî bo berhingarbûna terorê, rola pêşmerge di şikandin û paşdebirina terorîstên DAÎŞ, hatina hijmareke zêdeya koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê, alîkarî û hevkariyên hikûmeta herêma Kurdistanê bo penaber û koçberan û pêdawîstiya zêdetir hevkarîkirin û alîkarîkirina koçber û penaberan ji aliyê hikûmeta Îraq û civaka navdewletî ve di civînê de hatin minaqeşe kirin.
Sefîrê Yunanistanê li Îraqê behsa serdana xwe ya bo bajarê Duhokê û serdana kampên penaberan li devera Duhokê kir û behsa hevkarî û alîkariyên welatê xwe yên ji bo koçber û penaberan di çarçoveya hevkariyên Yekêtiya Ewropayê û Neteweyên Yekgirtî de pêşkeşkirine kir û dupat kir ku, welatê wî dê di pêşkeşkirina hevkariyan de berdewam be. Serokwezîrê herêma Kudistanê, ji bona wan alîkarî û hevkariyan, li ser navê xelk û hikûmeta Kurdistanê sipasî kir.
Pêşxistina têkeliyên navbera Yunanistan û herêma Kurdistanê û kar û pirojeyên Yunanistanê li herêma Kurdistanê beşek din ji civînê bû.
Sefîrê Yunanistanê got ku, ji bona zêdetir pêşxistin û pêşvebirina têkeliyan, hevwelatiyên herêma Kurdistanê, bêy ku, serdana sefaretê li Bexdayê bikin, dikarin vîzaya Yunanistan û Şengin (schengen) werbigirin. Wî got ku di demek nêzîk de kompaniya asîmaniya Yunanistanê dê geştên asîmaniyên navbera Yunanistan û herêma Kurdistanê dest pê bikin