Serrûpel Nûçe Aliyên siyasî ligel Pêşmergeyan vedigerin Rojava

Aliyên siyasî ligel Pêşmergeyan vedigerin Rojava

Belav bike


Di vê derbarê de, çavkaniyeke agahdar ji BasNewsê re aşkere kir ku, aliyên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê dest bi amadekariyan kirine ji bo vegera wan bo Rojavayê Kurdistanê û ji sibe Pêncşemê ve wê dest bi vegeryanê bikin.
Heman çavkaniyê got:“Vegera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û serkirdeyên wê, xaleke rêkeftina wan ligel Tevgera Civaka Demokartîk TEV-DEM`ê û wê li wir Navendeke Biryara Siyasî pêkbînin“.
Wek tê zanîn, Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ENKS û Tevgera Civaka Demuktartîk TEV-DEM`ê li bajarê Dihokê di 22 vê mehê de li ser 3 xalan rêkeftin û ew ji xala avakirina lêvegera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û  rêvbiriya siyasia hevbeş  û hêza  leşkerî ya hevbeş rêkeftinek îmzekirin. BAS