Serrûpel 2014 Cotmeh

Arşîva mehane: Cotmeh 2014

Barzanî: Emê şansekî bidin Ebadî

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Dyonîsiyos Kîvêtus sefîrê Yunanistanê li Îraqê ku, piştî li Bexdayê destbikarê xwe kirî di meha tebaxa borî de yekem care serdana herêma Kurdistanê dike, kir.

Pêşmerge gihiştin balafirxaneya Ruha

Pêşmergeyên ku bi riya balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê wê biçin Kobanî, ji balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê, gihiştin balafirxaneya Ruha li bakurê Kuridstanê. Ewê ji wê derêberê xwe bidin Surucê (40 km.), ji wir wê derbasî Kobanî bibin...

Pêşmerge ber bi Kobanî ve birêketin

Şandina çekên giran yên hêza pêşmerge bo Kobanê destpêkir û biryare îşev Pêşmerge di riya bejayî û ezmanî ber bi Kobanê ve birêkevin.

Pêşmerge wiha diçin Kobanî (VÎDYO)

Pêşmerge wiha diçin Kobanî (VÎDYO)

Pêşmerge saet 01.00 bi balafirê diçin Kobanî

Jêderekî ji hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re got, ew pêşmergeyên ku dê biçin Kobanî dê îşev saet 01:00 ber bi Kobanî ve birê bikevin.

DAIŞ plan dike ji Kobanî derkeve

AVESTA KURD - Li gor rojnameya Ray El Yewm ku bi zimanê erebî li Londonê derdikeve, DAIŞ plan dike ku di demeke pir nêzîk de ji Kobanî derkeve û hêza xwe li Reqayê bi cih bike.

“Di nava 3 rojan de derkevin!“

Li gor malpera erebî Zaman El wasil, rêjîma SÛriyê ji partiya PYD daxwaz kiriye ku di nava 3 rojan de hêzên xwe ji nava bajarê Hesekê vekişîne.

Belaya Navê “Kobanê” ji ku hat?

Wekî hemî baleayên bi serê milletê Kurd de hatinî, û wek mezintirîn bêtara di dîrokê de hatî serê Kurdên li aliyê Sûriya îroj, bêtara hatî serê 200 000 danishtvanên Kobanî û gundên wê, belaya navê “Kobanê” jî ji ber 2 sedeman e: Nezanî û serhishkî.

Kobanî ne bajarekî Ereban e

Avesta kurd - Li ser gotina serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ku gotibû "Kobanî ne bajarekî Kurdan e, ew bajarekî Ereban e, navê wê jî Ayn Al Arab e", hevseroka PYD Asya Abdullah heddek ji wî re danî û got Kobanî bajarekî Kurdan e, û bila her kes heddê xwe bizanibe. Asya Abdullah her wiha diyar kir ku ji dîrokê de Kobanî bajarekî Kurdan e.

PYD baş dizane li rojnamevanan bide

AVESTA KURD - Li Surucê, li bakurê Kurdistanê ku koçberên Kobanî li wê derê dimînin, peyamnêrê televîzyona Orient Welat Bekir, dema ku dixwest raportekê li ser koçberên Kobanî li Surucê amade bike, rastî êrîşeke alîgirên PYD hat û ew dane ber lêdanê.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com