Serrûpel 2014 Cotmeh

Arşîva mehane: Cotmeh 2014

Malbateke ji Kobanî navê zarokê xwe kir Obama

AVESTA KURD - Malbateke ji Kobanî, zaroka wan li Surucê çêbû, nav kirin Obama.

Berpirsê PYD li Kurdistanê dest ji kar kişand

AVESTA KURD - Berpirsê TEV-DEM li herêma Kurdistanê Şêrzad Yezîdî li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand ku wî dest ji kar kişand û ew êdî ne berpirsê Tev-Dem ye li herêma Kurdistanê. Yezîdî her wiha got, êdî tu pêwendiya wî ya rêxistinî bi PYD û Tev Demê re nema.

Pêşmerge sibe wê biçin Kobanî

Biryar bû hêzên Pêşmerge îro ber bi kobanî ve birê bikevin lê li gorî ku fermandeyên Hêza Piştevaniyê ya Yekem ji Rûdawê re gotin, hêzên Pêşmerge dê sibê herin Kobanî.

Mala serkirdeyê El Wehde şewitandin

AVESTA KURD - Li gundê Til Xelîl yê ser bi bajarê Tirbesipiyê agir berdan mala endamekî serkirde di Partiya Yekîtiya ya Demokrat ya Kurd li Sûriyê (El Wehde), Hejar Elî û ew bi tevayî şewitandin.

Parlamenterê berê yê Kurd di greva birçîbûnê de ye

AVESTA KURD - Parlamenterê berê yê Kurd di parlamentoya Sûriyê de, û endamê Encumena Niştimanî ya Sûriyê Mostafa Mohamed ku di nava Kurdan de weke Abu Kurdo tê naskirin, li paytexta Emerîka li washingtonê ji bo piştgiriya Kobanî ji 20.10.2014 de ketiye grevan birçîbûnê.

Mîlyardêrê Kurd 1 mîlyon dolar da penaberan

Parlamenterê kurd ê Rûsyayê Zelîm Xan 1 milyon dolar ji bo dabînkirina pêdiviyên penaberan pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir. Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed jî ragihand, ev cara sêyemîne alîkariyên malbata Zelîm Xan ji Kurdistanê re tên şandin.

Wezîrê Sûriyê: Me çek şandine Kobanî

Wezîrê ragihandina Sûriyê Omran El Zubi, berî niha ji ajansa Sana re gotibû ku wan çek û cebilxane bi riya balafirên xwe ji Kobanî re şandine. Zubi gotibû ku ewî alîkariya xwe berdewam bikin.

Nivîsek li ser nasnameya Êzîdiyan

Êzîdî ji 3yê Tebaxê heta îro di nav karesatake mezin de ne û ev jenosîd bi dawî nabe. Êrîşên DAIŞê mirovên Şingalê her roj dikin nav metirsiyeke mezin.

Fermandarekî YPG li Tirkiyê hate girtin

AVESTA KURD / Fermandarekî YPG ku li Kobanî ji aliyê DAIŞ birîndar bûbû, li bakurê Kurdistanê li nexweşxaaneyeke Surucê hate girtin.

Nivîsek li ser Kurdbûna Êzîdiyan

Van roja, dîsa hinekan pirsa “Êzdî kurdin yan Kurd nînin” anîne meydane. Berê neyartiya xwe dane rewșenbîriya Kurdên Ermenistanêye Êzdî yên dema dewleta Sovêtê, bûne mêrxwes û parêzerê êzdîtiyê, û bi zimanê xweyî rûsî, șûrê xweyî “Donkî xot” berbi salên buhurî dihejînin. Ez difikirim di nav vanda ewqas jer, kîn û înk ji ku tê, ev çi neyartiye, kêne pișt van, șîretkar kêne? Meremê wan çiye? Yan wan reșenbîran ew çi sûcê giran dijî êzdîtiyê û dijî Êzdiyan kirine?
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com