Serrûpel 2014 Cotmeh

Arşîva mehane: Cotmeh 2014

Erdogan li ser Kobanî çi got?

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di serdana xwe ya Lîtwanya de, û di civîneke çapemeniyê de, bal kişande ser bûyerên Kobanî û ragihand, me eşkere ji serokê Emerîka Barak Obama re got, madem em li dijî terorê ne, tu ferq di navbera PKK û PYD de tune ye, niha fermandarên di nava PYD de, serkirdeyên PKK ne, alîkariya ku em ji PYD re bikin, wê bikevin destê PKK

1300 çekdarên Artêşa Azad diçin Kobanî

AVESTA KURD - Hate ragihandin ku di nava 3 rojan de, di bin fermandariya general Ebdulcebar Egîdî de, wê nêzîkî 1300 çekdarên Artêşa Azad tevî çekên giran derbasî Kobanî binbin.

Başûr 27 bar çek gihandin Kobanî

AVESTA KURD - Eşkere bû ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi riya balafirên Emerîkî çek ji Kobanî re şandin û ew çek ketin destê YPG.

DAIŞ ala xwe hîşt û reviyan

Mezintirîn bombekirina DAIŞ li Kobanî, ji aliyê hêzên hevpeyman ve li girê Til Şiêrê pêk hat, DAIŞ li wî girî ku 3 km. ji Kobanî dûr e, li pey xwe hîşt û reviyan, gelek ji çakdarên wê hatine kuştin.

Nêçîrvan Barzanî alîkariya eskerî ya zêde dixwze

Li bajarê Hewlêr, îro roja pêncşemiyê 23.10.2014ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li Stefan de Mistura nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekigirtî (NY) bo karûbarên Suriyeyê û şandeya pê re kir.

Serok Barzanî wiha Rêkeftina Duhokê pîroz kir

AVESTA KURD - ENKS û TEV DEM Rêkeftina Duhokê pîrozkirin, bi amadebûna her du aliyan, ji aliyê serok Barzanî ve hate pîrozkirin...

250 Pêşmerge tevî çekên giran çûne Kobanî

AVESTA KURD - Ajansa Anadol ya Tirkiyê di nûçeyeke lezin de ragihand ku weke destpêk 250 pêşmerge tevî çekên giran derbasî Kobanî bûn. Lê berdevkê Wezareta pêşmergeyan Cebar Yawer jî got ku heta niha pêşmergeyek jî derbas nebû ye.

Mîrê Êzîdiyan: Em ne Kurd in

Endamê Desteya Rêvebirina Binkeya Laliş Kameran Qasim da zanîn ku Êzdiyan berî 4 hezar sal îspat kirine ku Kurd in û got: ‘’Axaftina vê dawiyê ya Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg jî di bin bandora çend rewşenbîrên YNK, PKK û çend aliyên din de hatiye kirin. Ji ber rewşa tendirûstî ya Mîr ne baş e û axaftina wî jî bû sedema nerazîbûna Êzdiyan.’‘

ENKS û TEV DEM li pêşiya Barzanî îmze kirin

ENKS û TEV-DEMê li ser parvekirina endamên Referansa Siyasî jî li hev kirin. Rayedarên her du aliyan bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re rûniştin û rêkeftinê îmze kirin.

Ocalan di zindanê de namîne

AVESTA KURD - Ji tebaxa sala 2013 ve, serokê PKK Abdullah Ocalan, ne di zindanê de ye, weke ku dihate gotin, ew li malekê dimîne, mala ku têde dimîne, 2 ode ne, baxçeyê wê heye, û tê çaverêkirin ku wî ji wê derê bibin cihekî hîn baştir.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com