Serrûpel Nûçe Mostafa Mohamed ji bo Kobanî di birçîbûnê de ye

Mostafa Mohamed ji bo Kobanî di birçîbûnê de ye

Belav bike

Mistefa Mihemed yê temen 51 salî, bi porê xwe yê sipî li baxçeyekî li ser kursiyekî biçûk li paytexta Amerîkayê Washington, li ber sermayê destê xwe xistiye bêrîka çakêtê xwe û dibêje, Ew xelk û zarokên ku niha li Kobanî nan nîne ku bixwin, sedema jiyana min in.

Mistefa Mihemed ku berê parlamenterê Sûriyê bû (1990 – 1994) dibêje ku, 15 kesên ji dost û nêzîkî xwe di şerê Kobanî de ji dest dane. Herwiha dibêje ku, ew dixwaze bi riya vê giravê zêdetir Amerîka zêdetir gavan bo alîkariya şervanên kurd li Kobanî bajêje.

Ev bêtirî mehekê ye ku bajarê Kobanî ji aliyê DAIŞê ve dorpêçkiriye û balafirên hevpeymaniya navdewletî jî li çeperên wê rêxistinê didin.

Mistefa Mihemed ku hefteya borî dest bi gireva birçîbûnê kir wiha dibêje: “Min bi riya vê gavê xwest ku dengê Kobanî û qurbaniyên wê bighînim îdareya Obama û xelkê Amerîkayê.”

Mihemed ku xelkê Kobanî ye, ev 10 sal in ku li wî welatî dijî û alîkaiya wan penaberan dide ku nû dighên Amerîkayê.

Ew parlamenterê kurd wiha dibêje: “Me daxwaz dikin ku Serok Obama ku çek û alîkariyên zêdetir ji Kobanî re bişîne da ku şervanên kurd li wir bikaribin baştir li ber bajêrê xwe bidin. Ez dixwazim ku operasyonên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê berdewam bin.”

Zêdetirî 15 kesan ji dost û nêzîkî Mistefa  heta niha bo parastina bajarê xwe cane xwe ji dest dane û jin û zarokên wan çûne Tirkiyeyê. Rûdaw