Serrûpel Nûçe Mesrûr Barzanî hejma Kurdên DAIŞî eşkere dike

Mesrûr Barzanî hejma Kurdên DAIŞî eşkere dike

Belav bike


Di hevpeyvîneke ligel rojnameya Şerq El-Ewset de, Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: ‘’Amadebûna Serokê Hêrêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li eniyên şer, tê wateya ku bi hemû awayekî piştgiriya Pêşmergeyan dike û moralê Pêşmergeyan bilind dibe. Herwiha di danîna planan de jî roleke girîng a cenabê serok heye.’‘

Mesrûr Barzanî careke din tekez kir ku pêdiviya Pêşmergeyan bi çekên giran wek tank, zirxpoş, top, helîkopter, cîhazên pûçkirina mayînan û fuzeyan heye û wiha axifî: ‘’Ligel nebûna butçeyê ku hikûmeta Bexdayê qut kiriye, dîsan jî Pêşmerge berevaniyê dikin. Di heman demê de Bexda ji vê rewşê berpirs e, erkê wê ew e ku butçeyê bişîne, niha jî zivistan nêzîk bûye û pêwistiya Pêşmergeyan zêdetir bi cil û bergên zivistanê û gelek tiştên din heye.’‘

Derbarê şandina çekan ji aliyê Hêzên Hevpeyman ve, Mesrûr Barzanî got: ‘’Em berdewam daxwazê ji Hêzên Hevpeyman dikin ku çekên giran ji Hêzên Pêşmerge re bişînin daku di zûtirîn dem de dijmin bişkînin, tişta di destê Pêşmergeyan de çekên kevin in, çekên hatine jî navendî ne lê tenê Elmanya hinek fuzeyên dijî tank û zirxpoşan şandine ji Herêma Kurdistanê re ku çekên modern in.’‘

Derheqê rola Tirkiyê û peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel wî welatî, Mesrûr Barzanî wiha axifî: ‘’Tirkiye welatekî cîranê Herêma Kurdistanê ye û rola wê di pêşketina Herêma Kurdistanê de hebû, ti pirsgirêkeke me jî ligel Tirkiyê nîne û peywendiyên navbera herdu aliyan bi awayekî baş birêve diçin.’‘

Li ser pirsa ka gelo çend welatiyên Kurd di nav rêzên DAİŞ’ê de hene? Barzanî wiha bersiv da: ‘’Li ba me hemû naskirî ne û hejmara wan nêzîka 200 kesan dibe, herwiha hinek ji wan li eniyên şer bi destê Hêzên Pêşmerge hatine kuştin û hejmarek jî mane. Ewna xiyanetê li welat, niştiman û ola xwe dikin, em zêdetir ji malbatên wan girîngiyê didin wan kesan ji ber çûna wan bo nav DAİŞ’ê wate wendabûn e.’‘

Derbarê wan navçeyên ku heta niha nehatine azadkirin wek Şengal, deşta Nînewa û Telefer, Mesrûr Barzanî got: ‘’Tên azadkirin, lê armanca me ya serekî ne tenê azadkirina wan navçeyan e, armanc vegerandina xelkê ye bo navçeyên wan.’‘

Barzanî behsa rola Bexdayê di hevkarîkirina Herêma Kurdistanê de jî kir û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Mixabin heta niha me qet tiştek nedîtiye, divabû Bexda gelekî alîkariya Herêma Kurdistanê bike û wek pêwist butçeya Pêşmergeyan bişîne, herwiha çekan jî bide, lê belê me tiştek ji Bexdayê nedît.’‘

Bas