Lê derbarê navê vê partiya nû nakokî û cudabûn jî di nerînan de peyda bûn, ji ber ku hin kes dibînin ku ji destpêkê ve navê vê partiyê (Partiya Demokrat a Kurdistanî li Sûriyê) bû, lê ji ber hinek sedemên siyasî navê wê hate guhertin bo (Partiya Demokrat a Kurdî li sûriyê).
1956 yekem hewldana damezrandin vê partiyê bû, bi navê (Partiya Kurdên Demokrat ên Sûrî).
1957 navê wê bû Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê.
1959 navê wê bû Partiya Demokrat a Kurdistanî li Sûriyê
1965 ev partî bû du partî, bi heman navî:
(Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê ) lê yek (Rast) û yek (Çep).
Ji damezrandinê heta yekem parçebûnê (1957-1965)
Parçebûna partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê vedigere gellek hokaran, ku hin ji wan derekî ne, hin jî navxweyî ne. Hinek kes hokarên derekî vedigerînin desthilata Sûriyê, yan vedigerînin destêxistina aliyên herêmî û kurdistanî.
Lê hokarên navxweyî vedigerînin warên civakî, hizrî û berjewendiyên kesayetî.
14.06.1957 yekemîn partiya kurdî hate damezirandin.
Navê vê partiyê bû Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê.
1960 Serkirdayetiyên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê hatin girtin.
1965 ev partî bû 2 alî (Çep) û (Rast).
Di navbera Çep û Rast de partiyeke nû dirust bû (1970-1972)
Nakokî di navbera (Çep) û (Rast) de çareser nebûn.
1970 kongreyek li başûrê Kurdistanê, bi serperiştiya Mela Mistefa Barazanî hate lidarxistin.
Di vê kongreyê de (Serkirdayetiya Demkî) bi serokatiya Deham Mîro hate destnîşankirin.
Erkê vê serkirdayetiyê ew bû ku kêşeyan di navbera (Çep û Rast)ên Partî de çareser bike.
Lê piştre nakokî bêhtir bûn.
Sala 1972 Serkirdayetiya Demkî bi xwe jî bû partiyek.
Êdî 3 rêxistin li meydanê peyda bûn:
- Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Rast).
- Serkirdayetiya Demkî ku piştre bû: Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî).
- Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Çep).
Rast parçe dibe (1992-2014)
1992 beşek ji Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Rast) cuda bû bi heman navî. Ew jî bi serkirdayetiya Ezîz Dawid bû.
2008 navê vî beşî bû: (Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê). Herwiha ji Partiya Wekhevî jî beşek bi serokatiya Taihir Sifûk cudabû. Navê vî beşî bû: (Partiya Niştimanî ya Demokrta a Kurdî li Sûriyê).
2010 (Tevgera Çaksaziyê- Sûriye) ji Partiya Demokrta a Pêşverû cuda bû.
2014 navê wêbû (Tevgera Çaksaziya Kurdî- Sûriye).
Serkirdayetiya Demkî jî parçe dibe (1972)
Serkirdayetiya Demkî bi serokatiya Dehamê Mîro bû. Lê
1972 navê vî beşî bû: Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê.
1981 navê vê partiyê bû: Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî)
Ji vê partiyê 6 partî derketin. Herwiha ji piraniya aliyên cudabûyî jî hin partiyên din derketin.
Tiştê balkêş ew e ku navên van partiyan bi giştî weke hev bûn, ku ew jî (Partiya Demokrat a kurdî li Sûriyê) yan nêzîkî vî navî. Lê ji bo cudakirina wan ji hev, her partiyek ji wan, bi navê sekreterê xwe dihate naskirin. Hêj ev rewş berdewam e.
Parçeyê sêyem jî parçe dibe
Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Çep), bi heman awayî parçebûn dîtin. Ku 2 partî: (Hevgirtin) û (Çep) jê derketin. herwiha (Çep) jî bû 2 beş: (Şexîlê) ya Sibxetê Seyda û (Çep) a Mihemedê Mûsê. Piştre (Hevgirtin) û (Çep) ligel hev (Partiya Azadî) dirust kirin. Lê careke din ev partiya (Azadî) bi xwe jî bû 2 partiyên (Azadî).
Ji aliyekî din ve jî Salih Gedo li derveyî (Çep) sala 1977 partiyek bi navê Partiya Sosyalîst (Iştîrakî) ragihand, ku piştre (2002) tevlî Partiya Pêşverû bû, heta 2003.
2004 Salih Gedo sala 2004 tevlî (Partiya Çep) a Mihemedê Mûsê bû, lê careke din ji Mihemedê Mûsê cuda bû û navê partiya xwe kir (Partiya Çep a Demokrat a Kurdî li Sûriyê. 2012).
Ev partiya Çep a Demokrat jî bû 2 beş beşek bi serkirdayetiya Salih Gedo û beşek bi serkirdayetiya Şelal Gedo (2014) ku her yek ji wan xwe partiya resen dibîne.
Gavên yekîtiyê
Hin caran gavên yekîtiyê jî dihatin avêtin. Lê bi piranî ew gav zû bidawî dibûn û dîsa diketin parçebûnê. Wek mînak: 3 partiyan ligel hev: Partiya Demokrat a Yekbûyî li Sûriyê (Muwehed) disrust kirin.
Piştre Partiya Yekbûyî (Muwehed) ligel 3 aliyên din (Serkirdayetiya Hevbeş) sala 1992 damezrandin, ku ji her aliyekî 3 kes tê de endam bûn û Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî/ el- Wehde) 1993 pêk anîn.
Lê Yekîtî (el-Wehde) jî gellekî berdewam nekir û bû 2 parçe. Navê herdu parçeyên Yekîtî weke hev bû, lewma yek ji wan ma bi navê: Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî/ el- Wehde). Lê parçeyê din bû bi navê: Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê. Her wiha Partiya Yekîtiya Kurdistanî jî ji Partiya vê partiya duyem cuda bû.
Li derveyî partiyên parçebûnan
Li derveyî van parçebûnan jî hejmarek ji partiyên ser bi xwe peyda bûn, ku ne encama parçebûnên partiyên berê bûn.
Sala 2003 Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) date damezrandin.
Lê piştî salekê ji vê yekê, beşek bi navê Partiya Rêkeftin (el-Wîfaq) jê cuda bû.
Herwiha Partiya Rêkeftin bi xwe jî bû 2 beş.
Piştre beşek ji yekê ji wan cuda bû, ku bû bi navê (Partiya Aştî ya Demokrat).
Yekîtiya siyasî piştî parçebûnên rêxistinî
Ji gavên yekîtiyê jî sala 2014 (PDK-S) ji yekbûna 4 partiyan pêk hat.
Encam:
Li gorî lêkolîn û amara ku Tora Medyayî ya Rûdawê pêk anî, navên partiyên Rojavayê Kurdistanê gihiştin 40 partiyên kurdî.
Rûdaw – XALID CEMÎL MIHEMED