Serrûpel Nûçe Tenê ew dikare Bexdadî bibîne

Tenê ew dikare Bexdadî bibîne

Belav bike

Berpirsê berê di istîxbarata artêşa Rusya de general Nîkolay Boşkarov ji ajansa Rûsî Novostî re axifî û got, tenê serokê Çeçenistanê Remedan Qadirof û zilamên wî yên istîxbaratê dikarin Xelîfeyê Daişê Abu Bekir El Bexdadî peyda bikin.

Roja 21 cotmehê Qadirof ji di civîneke çapemeniyê de gotibû zilamên wî yên istîxbaratê niha li Bexdadî digerin û ewê wî bibînin.

Qadirof gotibû, Çeçenistan li El BExdadî digere û ewê wî bigirin û rastiya wî ji cîhanê re eşkere bikin ku ew ajansê istixbarata Emerîka CIA ye.

Berî niha Qadirof eşkere kiribû ku Bexdadî bi destê rêveberiyê berê yê CÎ Ay Ê Davîd Betriyos hatiye çêkirin û weke ajanekî Emerîka kar kiriye.