Nişteciyên gundekî Kakeiyan li bajarokê Daqûq yê ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, navê gundê xwe guhertin, û kirin Kobanê, ew jî weke wefadariyekê ji bo berxwedana xelkê wî bajarî li hember çekdarên DAIŞ.
Navê berê yê gundê wan, Ereb Koyî bû, tenê 300 metran çekdarên DAIŞ ji sînorê wan dûr in, ku pêşmerge lê dimînin. Hemû xelkê gund jî Kakeyî ne.
Weke ku gundiyên Kobaniya nû dibêjin, ew bi vî karê xwe kêfxweş in, û bi munasebeta guhertina navê gundê xwe ji bo Kobanî, şêranî jî belavkirin