Wezîrê derve yê Sûriyê Wezlîd El Muelim, di hevpeyvîneke xwe de li ser kantonên rojavayê Kurdistanê got, ew di rewşa şer de hatine avakirin, û PYD îsrar kir ku navê Kurdî li ser kantonan û îdareya xweseriyan tune be.
El Muelim her wiha got, PYD xwest di nava xweseriyê de ne tenê Kurd hebin, her wiha eşîretên ereb jî têde cih bigirin, û ewê ji Sûriyê neyên cudakirin, ji ber ku herêmên xweser di aliyê cografî de ne girêdayî hevin.
Wezîrê derve yê Sûriyê her wiha got, ew qebûl nakin ku cudabûn çêbibe û itîrafê bi kantonan nakin, ku cuda bibin.
Li ser şerê li Kobanî wezîrê Sûrî got, Kobanî bajarekî Sûrî ye, welatiyên wê Sûrî ne, berê jî niha jî em çek û cebilxane jêre şandine û niha jî dişînin, û emê alîkariya eskerî ji bo Kobanî berdewam bikin. Berî ku Emerîka êrîş bike, balafirên Sûriyê her roj li derdora Kobanî DAIŞ bombebaran dikirin, piştre me sekinandin ji ber ku hemahengî ligel hêzên hevpeyman nema.