El Şîşanî ku bi eslê xwe Gurcî ye, û niha li Kobanî fermandariya çekdarên Daiş dike, çîroka wî û jina wî Seda ku keça wezîrekî Çeçenistanê ye, û bi riya internetê aşiqî çekdarekî DAIŞ bû, piştre çû Sûriyê, gelekî balkêş e.
Jina Abdu Omer El Çîçanî, Seda, keça wezîrê hikûmeta Çeçenistanê, Asu Dudurkêv.
Ew bi riya internetê ji çekdarekî DAIŞ hez dike, dev ji mala xwe berdide û diçe Sûriyê cem wî çekdarê bi navê Hamzet, bi wî re dizewice û êdî venagere. Piştre bavê wê ji wezaretê tê avêtin.
Dema ku çavên Abu Omer El Çîçanî li Sedan dikeve, mêrê wê dikuje, piştre pêre dizewice.