Şervanên Kurd duh di danê sibehê li aliyê rojhilatê herêma Kobanê hinek çalakiyên bi bandor li dijî çekdarên DAIŞ’ê li dar xistin û di encam de gelek nuqteyên ketibûn destê çekdaran hatin rizgar kirin. Yek ji nuqteyên ku şervanên YPG/YPJ’ê rizgar kirin Mizgefta Hacî Reşad e.
Çekdar berî ku ji mizgeftê birevin mizgeft bombe kirin û hilweşandin. Li herêma ku mizgeft lê bû destpêkê xuya nake ku mizgeft e ji ber çekdaran dever bi tevahî teqandibûn. Ji mizgeftê tenê stûnên qalind mane. Li aliyekî wê qubeya mizgeftê ya ku hatibû xwarê xuya dikir.
Şervanê YPG’ê Berxwedan Kobanê ku di şerê dijî çekdaran de li amade bû amade bû, wiha behsa bûyerê kir: ‘Em di nav çalakiyan de bûn. Çawa ku em gihiştin mizgeftê, çete jê derketin û li dû xwe teqandin. Ew çete dema êrîşî me dikin navê ’Elah û Ekber’ bikar tînin, îro jî mizgefta han tevî hemû pîrozbahiyên tê de teqandin. Ev ne rastiya Îslamê ye.’ Bas