Serrûpel Nûçe Barzanî: Tiştê ji me were emê ji bo Rojava bikin

Barzanî: Tiştê ji me were emê ji bo Rojava bikin

Belav bike


Îro Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Siud Mela û endamê polîtburoya wê partiyê Kamûran Ebdulmecîd Haco kir. Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî hat kirin.

Herwiha herdu aliyan bal kişandin ser rol û hewldanên girîng ên Serokê Herêma Kurdistanê bo komkirina hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya rêkeftinên Hewlêr û Duhokê de daku Rojavayê Kurdistanê bikaribe bi yekrêzî û yekgirtî rûbirûyê rewş û pêşhateyan bibe û bigihe mafên xwe yên neteweyî. Herwiha hat tekezkirin ku dê alîkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê berdewam be.

Di beşekî din ê hevdîtinê de, behsa êrîşên çekdarên DAİŞ’ê bo ser Kurdan çi li Herêma Kurdistanê yan li Rojavayê Kurdistanê hat kirin û herdu aliyan tekez kirin ku îro Kurd bi yekrêzî û li yek cepheyê rûbirûyê terorîstên DAİŞ’ê dibin. Herwiha tekez kirin ku divê civaka navdewletî zêdetir piştgiriya Kurdan bike.

Di civînê de Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî got: ‘’Tişta em ji Herêma Kurdistanê re dikin, li gor derfetên xwe em dê ji bo Rojavayê Kurdistanê jî bikin û her dem ligel welatên dost û hevpeyman, me daxwaza berfirehkirina alîkariyan bo Rojava kiriye.’‘ BAS