Di civînekê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê amade bû, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û bi taybetî dosyeya neftê û pêngavên ji bona çareseriya wan pirsgirêkan tên avêtin hatin gotûbêj kirin.
Di civînê de, piştî dosyeya neftê bi awayekî dûr û dirêj hatî minaqeşekirin, her du alîyan li ser wê yekê li hev kir ku, çareseriyeke giştî bo pirsgirêkên navbera hikûmeta federala Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê bê dîtin, û piştî çend civînan, li ser navê her du aliyan daxuyaniyek bi navê; daxuyaniyek ji civîna navbera serokwezîrê herêma Kurdistanê û Adil Ebdulmehdî wezîrê nefta hikûmeta Îraqê derket û li gor wê daxuyaniyê, weke pêngava yekemîn her du alî li ser van xalên li jêr li hev kir:
1- Hikûmeta federala Îraqê 500 milyon dolaran bi hikûmeta herêma Kurdistanê bide.
2- Hikûmeta herêma Kurdistanê dê rojane 150 hezar bermîlên nefta xam bixe jêr destê hikûmeta federala Îraqê.
3- Birêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di çen rojên bên de, ji bona çareserkirina timama pirsgirêkên hilawîstî bi awayekî yeksan û destûrî, dê bi serokatiya şandeyekê serdana Bexdayê bike.