Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê kete meha duwemîn û berxwedana bêhempa ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berdewam dike. Hevserokê Kantona Kobanê ku ji bo beşdarbûna konferansekê çûbû Hewlêrê, ji bo careke din vegere Kobanê hate navçeya Pirsûsa Rihayê. Muslim li vir ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ev berxwedana Kobanê bûye malê hemû mirovahiyê.
Muslim diyar kir ku Kobanê bûye sembola berxwedanê û da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê xwestin bi çekên giran Kobanê dagir bikin û ji her çar aliyan ve êrîşî Kobanê bikin. Muslim diyar kir ku ev êrîşên çeteyên DAIŞ’ê rastî berxwedan û qehremaniyeke bêhempa tê. Muslim destnîşan kir ku xort û keçên 18-19 salî bi çekên xwe yên sivik ve li dijî tank û topan li ber xwe didin. Muslim got: “Berxwedana me ji bo mirovahiya cîhanê bûye sembol. Her kesên ku xwestin bibin parçeyek ji vê berxwedana bêhempa, hatin Kobanê. Ev berxwedana ku bû sembol, nehiştin DAIŞ bigihe navenda bajêr. Xwestin nêzî 20 êrîşên bombeyî yên bi wesayîtan pêk bînin, lê tu encamek negirtin. Bi armanca tirsandina sivîlan êrîşên bi hewanan pêk anîn, lê ew jî tu encam negirtin. Li Kobanê hezkirina mirovahiyê, berxwedan û welatparêziyê bi ser ket. Kobanê bû keleha berxwedanê ya sedsala 21’emîn.”
DIXWAZIN VÎNA JI BO JIYANA AZAD A BI HEV RE YA MIROVAHIYÊ BIŞKÎNIN
Muslim da zanîn ku Kobanê ji bo parastina gelan, wekhevî û azadiyê ciheke girîng bû û kantona Kobanê ji bo gelan hêvî ye û da zanîn ku ji ber vê jî çeteyên DAIŞ’ê Kantona Kobanê kir hedef. Muslim got: “Em ji bo pêşeroja Sûriyeyê mînak bûn. Hemû gel, feraset, renk dikarin xwe bi awayekî demokratîk bi rê ve bibin û li gorî mafên xwe yên sereke bijîn. Ev hêzên tarî yên li dijî jiyana azad û wekhev a gelan, êrîş kirin û Kobanê kirin hedef. Yên ku Sûriyeyeke demokratîk naxwazin destek dan çeteyên DAIŞ’ê. Pêngava Şoreşa 19’ê Tîrmehê, ji bo Sûriyeyeke demokratîk bû pêşeng. Armanca van êrîşan jiholêrakirina jiyana demokratîk, wekhev, azad û bi hev re ya li ku li Kobanê şîn dibû. Li hêviya ketina Kobanê bûn. Bernameya xwe çêkiribûn. Ji ber vê jî dixwazin li Kobanê vîna ji bo jiyana azad a mirovahiyê bişkînin.”
EM MIROVAHIYÊ ESAS DIGIRIN
Muslim bi bîr xist ku rejîma BAAS ji bilî Ereban hebûna hemû gelên din ên Sûriyeyê înkar dike û ev şîrove kir: “Me têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî û azadiya gelan beriya şoreşê jî dabû destpêkirin. Ji me re dibêjin ku têkiliyên we bi rejîmê re hene. Ev bêbextî ye. Me deriyê xwe ji leşkerên rejîmê yên ku ji ber çeteyên DAIŞ’ê reviyan û hatin gel me vekir û me ji bo şervanên AAS yên ji ber êrîşên rejîmê hatin vekir. Ji ber ku em mirovahiyê esas digirin. Têkoşîna me ji bo jiyana wekhev, azad û bi hev re ya gelan e. Ji ber vê jî em têkiliyê bi rejîmek ku hebûna gelan înkar dike re nadeynin. Em çekan tenê ji bo parastina xwe bi kar tînin.”
‘HER KES RÊZÊ NÎŞAN DIDE’
Muslimê ku bi xwe di berxwedana Kobanê de cih girt û heta gelek caran di çeperên eniya şer de jî cih girt got: “Bi saya şehîdên me em gihiştin vê rojê. Berxwedana qehreman û lehengên me bû malê hemû mirovahiyê. Ciwanên me yên 18-19 salî ji bo parastina ax û azadiya xwe sond xwarin. Berxwedana jiyanê û jiyandinê nîşan dan. Her berxwedêrek me destanek e. Bûn pêşeroja Sûriyeyeke demokratîk. Bûn lehengên azadî, wekhevî û evîna welat. Çalakiyên ku DAIŞ’ê qet hêvî nedikir pêk anîn. Amerîkayî jî neçar man ku rêzê nîşanî vê berxwedanê bidin û destekê bidin berxwedanê. Şehîdên me wisa kirin ku her kes rêzê nîşanî berxwedanê didin. Em vê yekê hemû deyndarê şehîdên xwe ne. Wan serê me her tim bilind kirin.”
EM JI BO TIRKIYEYÊ NE TEHDÎD IN
Enwer Muslim diyar kir ku bi hezaran sivîlên li Kobanê dest ji cih û warê xwe bernedane û vegeriyane Kobanê. Muslim got: “Bi hezaran sivîl li ser sînor radiwestin. DAIŞ’ê xwest komkujiyek pêk bîne. Rexneyên me ji bo nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî me heye. Me bi awayekî fermî daxwaza alîkariya ji bo sivîl û YPG’ê kir. Me got, ger Kobanê bikeve wê Tirkiye jî bi tehdîdan re rû bi rû bimîne. Tirkiyeyê polîsên xwe yên li ser xeta sînor a Til Ebyad û Ezazê nehişt. Lê li ser xeta sînor a cîranê me tijî ne. Divê sivîlên li Kobanê dijîn bibîne û destekê bide.”.
‘ME DAXWAZA HÊZA PÊŞMERGE KIR’
Muslim bal kişand ser beşdarbûna Burhan El Firat a ji bo berxwedana Kobanê û berxwedêrên li Kobanê jiyana ji xwest dan û diyar kir ku wê hemû hêzên ku dixwazin Sûriyeyeke demokratîk pêk bê, bi hev re tevbigerin. Muslim têkildarî bombebaranên hêzên Koalîsyonê jî wiha xivî: “Bêyi berxwedana YPG û YPJ’ê êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyonê tu encam bi dest nedixist. Hêzên koalîsyonê li bajarê Hit ê Iraqê êrîşên hewayî pêk anîn, lê ti encamek bi dest nexistin û ev bajar ket. Ji ber ku li erdê tu berxwedanek tune bû. Ji ber wê jî êrîşên hewayî yên koalîsyonê û berxwedana YPG/YPJ’ê bi hev re encam digirin.”
Muslim bal kişand ser hatina hêzên pêşmerge ji bo Kobanê û got: “Me ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê daxwaza hatina Pêşmergeyan kir. Hin dibêjin ku me nedixwest Pêşmerge bên. Armanca van gotinan ew e ku ziyanê bidin yekîtiya navbera Kurdan” û spasiya hêzên Pêşmerge û Koalîsyonê kir.
LI KOBANÊ MIROVAHÎ BI SER KET
Muslim bal kişand ser serdana li Hewlêrê û diyar kir ku hevdîtin bi awayekî erênî derbas bûn û wiha axivî “Em tevlî konferanseke navneteweyî bûn. Konferans bi sernavên Rola Kurdan li Rojhilata Navîn, Berxwedana Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê pêk hat. Me hevdîtin bi hemû aliyên Kurdistanî û heyetan re pêk anîn. Hemû jî baş derbas bûn. Soza piştgiriya ji bo Kobanê dane me. Ji bo kongreya neteweyî û fermandariya hevpar a leşkerî hemû hêzên Kurdistanî weke hev difikirin.” Muslim got: “Kurdên çar parçeyên Kurdistanê xwîna xwe li Kobanê rijandin. Li Kurdan ruhê yekîtiyê pêş ket û pirsgirêk bû pirsgirêke navneteweyî. Li Kobanê mirovahî bi ser ket.” ANF