Serrûpel Nûçe Li Kobanî 3 Pêşmerge birîndar bûn

Li Kobanî 3 Pêşmerge birîndar bûn

Belav bike

Fermandeyê Pêşmerge li Kobanî Ehmed Gerdî ji Rûdawê re got, duh sê pêşmerge di encama topên hawanê yên DAIŞê de birîndar bûn û da zanîn ku birîna wan sivik e.

Ehmed Gerdî anî ziman ku pêşmegeyên birîndar hatine dermankirin û niha rewşa wan baş e.

Wî fermandeyê Pêşmerge diyar kir ku rewş û morala hêzên Pêşmerge li Kobanî pir baş e.

Li gorî agahiyên Ehmed Gerdî, DAIŞê di nav 24 saetên borî de 3 caran êrişî wan kirine lê ew êriş ji aliyê hêzên kurdî ve hatine pûçkirin.

Gerdî her wiha got ku di şer û pevçûnan de 7 kuştiyên DAIŞê ketine destê hêzn kurdî û da zanîn, di şer de 3 şervanên YPGê şehîd bûne. Rûdaw