Piştî ku serokê PKK Abdullah hate girtin, Dr. Silêman, êdî riya wî û PKK ji hev cuda bûn, wî dît ku PKK ji ser xeta netewî bi dûr dikeve, ji PKK cuda bû, çû başûrê Kurdistanê, demekê li Silêmaniyê ma, piştre çû Ewropa, li Almanya bi cih bû. Weke çalakvanekî karê xwe kir.
Piştî êrîşên DAIŞ li ser başûrê Kurdistanê, Dr. Silêman, ji Almanya bi rêket û berê xwe da başûrê Kurdistanê, kete nava pêşmergeyan.
Ew ligel hinek hevalên xwe ku berê di nava gerîlayên PKK de fermande bûn, niha li Şêxan, dersên eskerî û teorî didin pêşmergeyan. Ew pêşmerge xwebexş in. Her roj 8 saetan dersan dibînin. Ew fêrî teoriya dersan dibin, fêrî taktîkên şer dibin.
Xola (dewreya) ku niha ji aliyê Dr. Silêman û hevalên wî ve ji bo pêşmergeyan hatiye vekirin, navê wê Serxwebûn e.
Dr. Silêman dibêje, dema ku DAIŞ êrîşî Kurdistanê kir, serokê Kurdistanê bang kir: Yan Kurdistanê yan neman, û ew jî li ser wê bangê hatiye nava pêşmergeyan.
Di nava kadirên ku têne tedrîbkirin de, kadirên PDK jî hene.
Dr. Silêman dibêje, her dewreyeke 15 rojan dirêj dike û ji nêzîkî 100 pêşmergeyên xwebexş pêk tê û karê wan berdewam dike. AVESTA KURD