Serrûpel Nûçe Serok Barzanî behsa şerê li Kobanî dike

Serok Barzanî behsa şerê li Kobanî dike

Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona France24 a Fransayê ku îşev hat belavkirin, behsa şerê DAIŞê li Iraq û Kobanî kir û ragihand, heta niha hêzên hevpeyman nekarîne li Iraqê derbên kûr li DAIŞê bidin.

 

Barzanî spasiya Fransayê jî kir ku alîkariya hêzên Pêşmerge kiriye û diyar kir, lê ew alîkariyên leşkerî yên ku gihîştine destê Pêşmerge têra wê nakin ku DAIŞê pê lawaz bibe û ji nav biçe lewma çekên bihêztir lazim in. Rojevakurd