Ji raya giştî re
Enstîtuya Zimanên Zindî û bi taybetî jî beşê wê yê kurdî -ku wekî navendeka kurdolojîyê kar dike- ji gava ku hat damezrandin pê ve tûşî gelek êrîşên curbicur bûye. Raya me ya giştî hem şahidê van êrişan e û hem jî şahidê kar û xebata akademîsyenên me yên kurd e. Tê zanîn ku beşê kurdî di warê ziman û çanda kurdî de gavên pir biserketî û girîng avêtine û xebatên pir hêja kirine. Di çapemenîyê de jî hat dîyarkirin ku ev beşê Unîversîteya Mêrdînê -ku ya rastî, Unîversîte herî pir bi wê tê naskirin- bi pêkanîna projeyekê mijûl e ku hemû arşîvên kurdolojîyên li welatên cîhanê yên curbicur li Unîversîteya Mêrdînê di kitêbxaneyeka kurdolojîyê de bicivîne. Ev xebata akademîsyenên kurd a hêjayî pesinandinê hem li Kurdistanê hem jî li deverên cîhanê yên din deng vedabû û bûbû sedema kêfxweşîyê.
Lê dîyar e ku hin hêz ji vê rewşê û ji dengvedana kurdolojîyê gelek aciz bûne û ji ber vê yekê bi buxtanan dixwazin rê li ber kar û xebatên akademîsyenên kurd bigirin. Nîjadperest û dijminên çand û zimanê kurdî bi vê operasyonê dixwazin di şexsîyeta Prof. Qedrî Yildirimî de beşê kurdî û herweha akademîsyenên kurd di bin tohmetê de bihêlin. Loma divê bê zanîn ku ev operasyon bêşik operasyoneka rûmetşikandinê ye.
Em bangî hemû welatperweran dikin ku van êrîşan rûreş bikin û li çand zimanê xwe bi xwedî derkevin.
Abdulbasit Seyda, Abidîn Alkoyun, Abit Gurses, Azîz Aliş, Bawer Kevir, Bayram Ayaz, Bedran Acar, Bûbê Eser, Celadet Çeliker, Celal Bedirhanoglu, Cemîl Aydemîr, Cemîl Gundogan, Cuwan Heqî, Ebdurehîmê Mûşî, Ehmedê Dirihî, Ekrem Onen, Elî Cinêdî, Emer Erdem, Evdilqadir Yildirim, Evdirehmanê Gundikî, Faruk Aras, Fettah Timar, Fexrî Farqînî, Feyaz Ekmen, Feysel Seyidxan, Firat Cewerî, Helîm Îpek, Hemîd Simaîlaxa, Hemze Osmanov, Hesen Kîkî, Hesenê Metê, Hevkar Komela Hamburgê, Hikmet Serbilind, Husamettin Aslan, Îbrahîm Guçlu, Îbrahîm Seydo Aydogan, Îkram delen, Kerîm Alahmad, Keya Îzol, Leyla Yeşîl, Lokman Polat, Lutfî Baksî, M. Ali Yildirim, Mahmûd Lewendî, Mahmut Kîper, Mamoste Nûjen,
Marina Taloyan, Mazhar Seyda, Mesûde Tekîn, Metîn Sandalcî, Mihemed Kîkî, Miradê Gundikî, Mistefa Aydogan, Mizeyen Esmeroglu, Mohammad Nayif, Mustafa Kalpak, Naîle Aras, Necdet Gundem, Nezîr Akat, Nezîr Gelerî, Nihat Akar, Nîmet Mumtaz Aydin, Nuredîn saraç, Osman Aytar, Osman Çeper, Recep Maraşli, Remoyê Darî, Reşadê Dêrikî, Reşo Zîlan, Riza Polat, Roza Kurdî, Sait Aydogmuş, Şakir Epozdemîr, Salih Akin, Salih Înce, Salihê Omerî, Sedat Ulugana, Seîd Veroj, Selahedîn kabasakal, Selam Nûman, Selîm Acar, Serbest Harman, Serdar Zêdînî, Şermîn Bozarslan, Şêxmûs Unal, Seydxan Mercan, Seyidxan Imrak, Seyîdxan Kurij, Seyran Duran, Siddiq Bozarslan, Sidqî Hirorî, Silêman Badlî, Silêmanê Norşînî, Siûd Kîkî, Sofî Demîr, Stêr Hamam Bîrewer, Şukrî Urgun, Têmûrê Xelîl, Tosinê Reşîd, Vîldan Saîm Tanrikulu, Xelîl Duhokî, Xelîl Kero, Xurşid Kaplan, Zekerîya Çelîk, Zeynelabidin Zinar, Zinar Soran, Zinarê Xamo, Ziya Avci