Serrûpel Nûçe Kurtenameyek ji serokê Emerîka Obama re

Kurtenameyek ji serokê Emerîka Obama re

Belav bike

 

 

ev bûye demeke dirêj ku dewleta we şerekî xurt li dijî terorê birêve dibe, armancên we ҫi bin bila ew bin lê em jî wek milletê kurd li dijî terorê ne û bi tevaya hêzên xwe yên civakî û siyasî jî qurbanên him terora dewletên dagîrker in him jî qurbanên terora rêxistinên tundrê ne mîna Daiş û Cebhet El Nusra û ên din.

Li sûriya jî bê guman em kurd, mîna tevaya gelê sûrî  bi terorê re rû bi rû bûbûn û me ji mal û milk û meriv û xort û keҫên xwe buhayekî mezin da û didin.

Ez dixwazim balê bikişînim ser şerê li Kobaniyê, ku ev bûye serê du mehan zêdetir berdewam e û heta niha encameke erênî a mezin û berbiҫav ne diyar e.

Birêz Obama,

Kobanî bajarê min e, bajarekî biҫûk î aram e, tu caran destdirêjiya mal û milkê cîranan nekiriye, neketiye şerên qirêj li dijî endamên civaka sûrî û berovajî wê ew bûye qurbana siyasetên nediyar û mijokî ên ku li herêmê dimeşin. Gelo hûn dizanin niha ҫiqasî ziyaneke mezin li vî bajarî dibe? Gelo hûn dizanin ku ev du meh bombarandina li vî bajarî sê ribê bajêr hilweşandiye? Gelo hûn dizanin ku ev siyaseta we ya li dijî terorê, bi taybetî li Kobaniyê, gelek pirsan di hişê mirov de diafirîne û dihêle ku mirov ji armancan bi guman be? Xelkên me piranî xizan in, kedkar in û piraniya wan malên xwe bi zorê ava kirine. Niha jî, ji bo ku hûn du sê heb terorîstan bikujin, hûn taxekê tevde diherifînin! Ji bo hûn hezar î bikujin jî vaye we bajarek wêran kir! Ma hûn vê yekê li welatê xwe jî dikin gelo? Anku hinek terorîst li Newyorkê yan jî li Waşingtonê di taxekê de asê bbin hûnbi balafrian rabin wê taxê tevde biruxînin!

Gelo ev wêran kî ê tawiza wê bide? Neteweên Yekbûî, yan dewleta we! Kî ê mal û milkê xelkê lê vegerîne! Projeyeke we ya diyar derbarî vê mijarê de heye gelo? Eger hebe em bi hêvî ne hûn diyar bikin, eger na jî hûn bi kîjan mafî malên xelkê diruxînin!

Li vir dîsa hinek pirs serî hildidin: Ev du meh bi dehan bombarandin pêk hatine û tên lê Daiş ji Kobaniyê hîn venekişiyaye,  ev yek nabêje ku hemû êrîşên ezmanî vala û pûҫ in! Em dizanin şervanên li erdê têra xwe netirs û cengawer û bi doza xwe bawer in, her weha hêza we ya ezmanî jî hêzeke bêhempa ye, gelo ҫi raz heye ku hiştiye ev rewş bêyî guhertineke mezin bimîne!

Wek mirovekî ji Kobaniyê, ez bi navê xwe diaxivim, ev êrîş bêber û bêwate ne êdî. Ez bi xwe li dijî van êrîşan im ji ber ku heta niha bê encam in, ne li dijî wan im ji ber ku li dijî terorê ne, em bi hemû hêz û wijdan û dil û canê xwe li dijî her awayên terorê ne. Em qenc dizanim ku şerê terorê ne bi vî awayî tê meşandin. We li Afganistanê jî şerekî dûr û dirêj meşand, lê Talban hîn hene û hîn êrîşî we jî êrîşî hêzên hikûmeta afganî jî dikin.

Birêz Obama,

Ji bo ku kesek nebêje li Kobaniyê her û her û tenê ҫepik ji dewleta Emerîka û balafirên Emerîka re lê diketin, ez dengê xwe bilind dikim û dibêjim: bes e êdî, we mala me xera kir. Ji vir û wa de, li dû van du mehan ev bombaranidn bêwate bûne, eger wateyek hebe jî êdî ew bêhêzkirina kurdan bi xwe ye.


Jan Dost