Serrûpel Nûçe “Kurd naxwazin xwe li Musilê bidin kuştin”

“Kurd naxwazin xwe li Musilê bidin kuştin”

Belav bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de digel rojnameya înglîzî ya Financial Times de li ser arîşe û aloziyên Iraqê axivî û got, îhtimal heye arîşeyên Iraqê bi sîstemeke konfederal çareser bibin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir li Kurdistanê ti kes baweriya wî/wê bi Iraqê nemaye ku bikaribe xwe ji arîşeyan rizgar bibe û wiha axivî: “Ne kurd xwe ji bo sunnî û şîe dide kuştinê ne jî ew xwe ji bo kurdan didin kuştinê.”

Li gorî Barzanî, baweriya iraqiyan bi dewleta Iraqê nemaye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha anî ziman ku baweriya gelên Iraqê jî bi hev nemaye çimkî şîe naxwazin li Mûsilê bên kuştin, sunnî jî naxwazin li Necef û Kerbelayê bên kuştin, helbet kurd jî naxwazin xwe ji bo Mûsilê bidin kuştinê.

Nêçîrvan Barzanî got ku divê sîstemeke nû li Iraqê were avakirin da ku hemû gelên Iraqê li hev kom bike û wan li kêleka hev bide jiyandin.

Çekdarên DAIŞê havîna îsal êrişî bajaê Mûsilê kirin û karîn pir bi hêsanî wî bajarî bixin destê xwe, çimkî artêşa Iraqê bêyî ku fîşekekê bavêje DAIŞê bajar vala kir. Rûdaw