Serrûpel Nûçe Pêşmerge ji Kobanî derdikevin

Pêşmerge ji Kobanî derdikevin

Belav bike

Yawer, di daxuyaniyekê de ku li ser malpera wezareta Pêşmergeyan belav bû, ragihand ku hêzeke din ya pêşmergeyan wê biçe Kobanî cihê wan bigire, û hêza yekemîn wê ji bo îcazeyê vegere herêma Kurdistanê.

Yawer got, tiştekî normale ku pêşmerge cihê xwe bi hev biguherin, û hêza nû ya ku biçe Kobanî hemû amadekariyên wê temam bûne.

Emîndarê wezareta pêşmergeyan Yawer her wiha got, her pêşmergeyekî ku diçe Kobanî, mîlyonek dînar weke diyarî werdigire. Wan pêşmergeyan ratibê xwe, tevî 500 hezar dînar ji bo malbatên wan wergirtine.