Niha ew dibin çavêdriyeke hûr de ne û rojane serpereştiya wan tê kirin, heta derfetekê nebînin da ku vegerine nav malbatên xwe, endamekî Komîteya Navxwe li Parlementoya Kurdistanê ji BasNewsê re aşkere kir ku, ew ligel Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê axifî ne, ji bo dîtina mîkanîzmeke gunca.
Kesek ji nav malbata yek ji wan Kurdên ku di nava DAIŞê de hatine kuştin û niha jina û 3 zarokên wî çekdarî di nava DAIŞê de mane ji BasNewsê re got: “Dema ku ew mirovê me hat kuştin, jina wî nûçeya kuştina wî gihande me û ji me re got: Em bê kes mane û nizanin çi bikin.”
Li gor zanyariyên di dest BasNewsê de, piştî ku Kurdên di nav DAIŞê de tên kuştin, bi hênceta serpereştiya jin û zarokên wan, neçar dibin ku ligel çekdarên din ên DAIŞê “Cîhada Nîkahî” bikin, eger razî nebin jî wan jin û zarokan wek êsîr li cem xwe dihêlin.
Kesekî din ji malbata Kurdekî di nav DAIŞê de hatiye kuştin ji BasNewsê re amaje dike ku “Me çend carekê telefona hevjîna wî kiriye, li gor gotina wê, hemû tişt ji wan re hatiye peydakirin, lê min ji çend kesekî bihîstiye ku zewaca nîkahê bi wan hatiye kirin û wan gotinan di bin gefa çekdarên DAIŞê de dikin, niha jî telefoan wê girtiye.”
Derbarê vê pirsê de, Endamê Komîteya Asayiş û Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê, Eyûb Ebdulla ji BasNewsê re tekez kir ku, ew ligel Serokatiya Komîteya Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê axifî ne, her ji bo wê mebestê jî duh, 24ê Mijdarê, ew ligel Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî civiyane.
Eyûb Ebdula got jî: “Pêwîsta hizra mîkanîzmekê bê kirin, ne tenê ji bo ku hevjînên Kurdên di nav DAIŞê de, lê belê ji bo wan kesan bi xwe jî yên ku çûne nav DAIŞê û niha poşman bûne û dixwazin vegerin, civîna duh jî li ser heman babetê bû û biryar hat dayîn ku civîn ligel dezgeha Dijî Terorê berdewam bibin, ji bo dîtina mîkanîzmeke gunca.”
Wek ku ew parlementer behis dike, pêwîste ligel Yekîtiya Zanayên Olî wih li wan malbatan bikin ku di bin çavdêriyeke hûr de û xulên taybet ji wan werin vekirin, da carek din karibin bi asayî tevlî civakê bibin. BAS