Roja Yekşemê (23.11.2014) di êrîşeke berfireh a Hêzên Pêşmerge, Artêşa İraqê, milîşiyayên Bedir û Artêşa Qudis a Îranê de, her du bajarokên Celewla û Sadiye ji çekdarên DAİŞ’ê hatin paqijkirin. Di vê êrîşê de hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûn û herwiha hejmareke din ji Artêşa İraqê û milîşiyayên Bedir hatin kuştin û birîn bûn.
Di van çend wêneyan de derdikeve ku Fermandeyê Artêşa Qudis a Îranê Qasim Silêmanî di navbera Celewla û Sadiye de ligel hejmarek Pasdarên Îranî ser bi Artêşa Qudis li navçeyê nan dixwin.
Hêjayê gotinê ye ku Celewla ser bi parêzgeha Diyale ye û hejmara daniştvanên wê nêzîka 100 hezar kes dibe. Ew navçe 185 kîlometre dikeve bakurê rojavayê Bexdayê. Celewla û Sadiye ji Kurd û Ereb û Turkmenan pêk tên û piraniya wan jî ser bi mezhebê Şîe ne. Herwiha du navçeyên Kurdistanî ne ku li derveyê îdareya herêmê ne. BAS