Serrûpel Nûçe Li Dirbêsiyê teqîneke mezin çêbû

Li Dirbêsiyê teqîneke mezin çêbû

Belav bike


Îro, 27ê Mijdarê, tankereke sûtemeniyê li nêzîk dibistana Şeceret el–Dur ya bajarê Dirbêsiyê teqiya, di encam de agir girte derdora cihê teqînê.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ew tanker li nêzîk embargeheke butlên xazê teqiya bû, lê heta niha sedema teqîna wê tankerê nediyare.

Hevdem topxaneyên hêzên hikûmeta Sûriyê navçeya Mêlebiyê û gundê Xemayîl û navçeyîn Çiyayê Ebdulezîz topbaran dikin. BAS