Serrûpel Nûçe Îro salvegera damezirandina PKK ye

Îro salvegera damezirandina PKK ye

Belav bike

Ew weke partiyeke marksîst-lenînîst hat damezrandin.

Navê PKK’ê jî ji aliyê Ferhat Kurtay ve hatibû pêşniyarkirin.

Sekreterê giştî (piştre seroke giştî) yê PKK’ê Abdullah Öcalan bû.

Endamên destpêkê yên komîteya Navendî ya PKK, Abdullah Öcalan, Cemil Bayık, Şahîn Dönmez, Mehmet Karasungur, Bakî Karer, Mazlum Dogan û Mehmet Xeyrî Durmuş.

PKK di 15 tebaxa sala 1984 de dest bi şerê çekdarê kir.

PKK di gelek pêvajoyan re derbas bû, piştre li gelek welatên Ewropa hate qedexekirin û ji aliyê yekîtiya Ewropa û Emerîka ve, di lîsteya rêxistinên terorîst de cih digire.

Wê gelek caran nav, al û armancên xwe guhertin, herî dawiyê navê wê bû Koma Civakên Kurdistanê KCK û hevserokê wê Cemîl Bayik e.

Her wiha navê hêza wê ya eskerî jî Hêzên Parastina Gel e.