Hevserokê Kantona Kobanî Enwer Muslim ji Rûdawê ragihand ku li aliyê sînorê Tirkiyeyê 40 çekdarên DAIŞê hene û a niha jî piraniyan pevçûnan li wir dibe.
Muslim diyar kir ku deriyê sînorê Murşitpinarê aliyê Tirkiye di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ne. Muslim herwiha got aliyê Kobanî û nexweşxane jî di bin kontrola hêzên kurdan de ye.
Hevserokê Kantona Kobanî Muslim da zanîn ku îro sibehê xwekujerekî yê DAIŞê bi wesîyatek bombekirî ji Tirkiyeyê derbasî Kobanî bû, wesîyat teqand û di encama teqînê de jî 6 kes şehîd ket û 8 jî birîndar bûn.
Li deriyê sînor pevçûnên dijwar hêj berdewamin. Rûdaw