Serrûpel Nûçe Herêma Tampon li ser maseya Obama ye

Herêma Tampon li ser maseya Obama ye

Belav bike

Rojnameya Washington Post, di raporteke xwe de nivîsand ku, her du alî nêzîkî rêkeftina avakirina wê herêmê bûne, ev demeke hikûmeta Tirkiyê li ser avakirina herêma tampon îsrar dike, lê Emerîka heta niha biryara dawî nedaye.

Herêma Tampon 160 kîlometran dirêje û 32 kîlometran jî kûr e. Wê herêmên Heleb, Kobanî û Reqa di nava wê herêmê de bin.

Ji bo ku Emerîka avakirina wê herêmê qebûl bike, hinek merc hene divê Tirkiyê pêk bîne, yek ji wan mercan jî bikaranîna bargehên ezmanî yên Tirkiyê ne, weke bargeha Incerlik, her wiha beşdarbûna Tirkiyê bi şêweyekî aktîv e, di şerê li dijî DAIŞ de.

Çavdêrên siyasî dibêjin, bi ihtîmaleke mezin Emerîka ji bo avakirina herêma Tampon razî bibe.