Serrûpel Nûçe Bîlançoya şerê li Kobanî

Bîlançoya şerê li Kobanî

Belav bike



Roja 16ê Îlolna bûrî, çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞ, êrîşek birine ser herêma Kobanê û dixwazin bi temamî dagîr bikin, lê heta niha şervanên Kurd bi alîkariya şervanên mixalefeta Sûriyê û piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîne di rûyê wê êrîşê de rawestin.


Derbarê hejmara şehîd û qurbaniyên ku ji encama wî şerî de ketine, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de bîlonçoya 84 rojan ji şerê Kobanê aşkere kir.


Li gor bîlançoye rewangehê, di nava çekdarên DAIŞê de 905 çekdar hatine kuştin, ji encama bombeabaran frokeyên hevpeymanan, topbarabkirina Hêzên Pêşmerge û êrîş û berxwedana şervanên Kurd.


Di nava xelkên sivîl de jî, 27 kesên Kurd ên sivîl ketine, ji wan 17 kes li ser destê çekdarên DAIŞê hatine kuştin.


Daxuyaniya Rewabgeha Sûrî daye zanîn jî ku, di nava şervanên Kurd de, 431 kes şehîd ketine, di nav wan de serkirdeyek ji Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) heye ku êrîşî komek ji çekdarên DAIŞê kir û xwe di nava wan de teqand û ziyaneke mirovî ya mezin gihande wan çekdaran.


Ji şervanên mixalefeta Sûriyê jî, yên ku mil bi milê şervanên Kurd rûbirûyê DAIŞê dibin, 17 kesan canê xwe ji dest dane.


Di dawiya daxuyaniya xwe de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar dike ku, bi giştî hezar û 381 kuştî û şehîd hene “Lê hejmara rastî bi gelekî ji wiha nêhtire, ji ber ku her du aliyên şer hejmara rastî belav nakin. Jotiar Murad (BasNews)