Serrûpel Nûçe Pêşmergeyên nû li Kobanî behsa şer dikin

Pêşmergeyên nû li Kobanî behsa şer dikin

Belav bike

Fermandarê pêşmergeyan ê li Kobanê Ferhat Evdila daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: “Bi alîkariya balafirên şer ên koalîsyonê do êvarê operasyon hat kirin. Di demeke kurt de hin tax ji destê DAIŞ derketin. Êrîşên hewayî dewam dikin.”

Serbaz Şeban Remezan jî wiha got: “DÎŞIyê ber destê sibehê bi çekên giran êrîşî rojhilat û başûrê Kobanî kir. Me jî bombe avêt ciyên ku DAIŞ lê ye.”

Remezan destnîşan kir ku pevçûnên di nav taxan de dewam dikin û got ku êrîşên hewayî jî dewam dikin û DAIŞ di êrîşên dawîn de derbeyeke xedar xwar.

Yekîneya pêşmergeyan a duyemîn di 2yê kanûnê de ji Sirûca navçeya Rihayê derbasîKobanî  bûbû û koma pêşmergeyan a ku ji 156 kesî pêk dihat jî roja pêncşemê vegeriyabûn başûrê Kurdistanê. AA