Serokê berê yê Îtîlafa Opozyona Sûriyê, Şêx Meaz El Xetîb, got, armanca serdana wî ji bo Mosko ew bû ku careke din dosta Sûriyê bîne ser maseyê û di rojevê de bohêle.
El Xetîb got, wî û rayedarên Rûs li ser gelek pirsa li hev kirin.
Yek ji wan pirsên sereke ku li ser li hev kirine, ewe ku dezgehên hikûmetê xerab nebin û Sûriyê neyê perçekirin, û şerê terorîzm û taîfiyetê were kirin.
Serokê berê yê Itîlafê tekez li ser wê yekê kir, ku şexsê Beşar Esed ji Rûsya re ne girîng e, pişrsgirêk niha ewe wê çawa ê were dîtin ku Esed ji destelatê bi dûrkeve, ev jî jî bi riya goftûgoyan dikare were çareserkirin.