Serrûpel Nûçe Wezareta hundir ya Tirkiyê “PAK“ wergirt

Wezareta hundir ya Tirkiyê “PAK“ wergirt

Belav bike

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi awayekî neqanûnî  belgeya PAKê heta niha teslîm nedikir. Lê piştî ku ev  meseleya di  raya giştî de dengekî  baş da, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro  belgê teslîmî rêveberên Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) kir.

 PAKê her li ser esasê nirxê meşrûiyetê xebatên xwe dabû dest pêkirin.Her dê li ser wan nirxan jî berdewam be.Lê bi vê belgeyê dê PAK êdî hem wek partiyeke meşrû , hem jî wek partiyeke qanûnî jî kare bidomîne.


 

Dayina belyeya resmî ya PAKê , destkeftineke jibo hemû gelê Kurdistanê û her weha destkeftineke jibo azadiya ramanî û birêxistinbûyinê jî.

 PAK aliyekî esasî yê çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê ye. PAK dê bi hişyarî û berpirsyariyê xebatên xwe geş bike.

Teslîm wergirtina belgeya resmî ye PAKê li gelê Kurdistanê pîroz be.

11.12.2014

Buroya Çapemeniyê û Ragehandinê  ya PAKê