Derdora 160 pêşmergeyên Kurdistanê bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rizamendiya Parlamentoya Kurdistanê roja 31ê Cotmeha îsal ji bo piştevaniya YPGê di şerê DAIŞê de çûbûn Kobanî.
Ew koma pêşmerge piştî 35 rojan vegeriyan û cihê xwe dan komeke pêşmergeyên din.
Yek ji fermandeyên wê hêza Pêşmerge li Kobanî, Ehmed Gerdî bû ku niha vegeriya Başûrê Kurdistanê.
Ehmed Gerdî ji Rûdawê re behsa rewşa Kobanî kir û got, piştî ku em çûn Kobanî nêzîkî 180 malbat vegeriyan Kobanî ji ber wê jî çi ji bo me dihat me bi wan re parve dikir.
Fermande Gerdî da zanîn ku nîvê Kobanî di destê hêzên kurdî û nîvê din jî di destê DAIŞê de ye lê ew pişka ku di destê DAIŞê de êdî kêrî tiştekî nayê çimkî pir wêran bûye. Rûdaw