Nûçegihanê Rûdawê li Qamişlo navên endamên nû yên Lêvegera Siyasî wiha rêz kir: Salih Gedo, Mihemedê Mûsê, Cemal Şêx Baqî, Ehmed Îsmaîl , Perwîn Xelîl û Selwe Bedran.
Nûçegihanê Rûdawê got ku Perwîn Ehmed û Ehmed Îsmaîl bi rêya qurekêşanê bûne endamên Lêvegerê lê 4 kesên din dengan hatine hilbijartin.
Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Cizîrê Salih Gedo ku bû endamê Lêvegera Siyasî, ji Rûdawê re got ku civîna bê ya Lêvegerê dê di demeke nêzîk de bi beşdarbûna hemû endaman were lidarxistin û di wê civînê de tevlîbûna Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di nav Rêveberiya Xweser de were gotûbêjkirin.
Li aliyekî din, komek jin li ber avahiya ku civîn tê de dihat kirin, kom bûn û dûrxistina jinan ji Lêvegeriya Siyasî şermezar kirin.
Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê xala sereke ya Rêkeftina Dihokê bû ku di navbera Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatibû îmzekirin. Rûdaw