Serrûpel Nûçe DAIŞ termê Foley bi Mîlyonek dolar difroşe

DAIŞ termê Foley bi Mîlyonek dolar difroşe

Belav bike

Daiş di bazareke vekirî de, termê Folî difroşe, û dibêje kî bixwaze termê wî rojnamevanê emerîkî bikire, divê mîlyonek dolar bide.

Rojnameya Bild ya Almanî dinivisîne, ku DAIŞ êdî bazirganiyê bi termê kuştiyan jî dike û firotina wan terman weke çavkaniyeke madî bikar tîne.

Li gor nûçeyeke wê rojnameyê, li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê, rayedarên DAIŞ pêwendî bi peyamnêrê rojnameya Bûz Fêd News re danîne û ji wî daxwaz kirine ku ew nûçeykê belav bike û têde ragihîne ku DAIŞ termê rojnamevanê Emerîkî difroşe.

DAIŞ ji wî peyamnêrî re gotiye, eger kesek hebe termê Folî bikire, ew amade ne testa DNA ji wî re çêbikin, piştre ji Tiriyê teslîm bikin.

Nûçe diyar dike ku DAIŞ heta niha beramberî Fidye, 15 rehîneyên rojavayî serbest berdane.