Di vê derbarê de Cebar Yawer da zanîn ku piştî Pêşmerge çûn Kobanê rewşa navçeyê ber bi başiyê ve çûye û got: ‘‘Berê ji sedî 75’ê Kobanê di destê DAİŞ’ê de bû, lê piştî Hêzên Pêşmerge jî tevî şer bûn niha ji sedî 45 di destê DAİŞ’ê de maye.’‘
Yawer li ser îdiayên ku dibêjin “Pêşmergeyên Kurdistanê dê tenê 3 mehan li Kobanê bimînin bimînin” jî wiha axivî: “Ev îdîa ne rast in. Ji bo mana Hêzên Pêşmerge li Kobanê demeke diyarkirî nîne. YPG û şervanên din heta ku pêwist bibînin Pêşmerge dê li Kobanê bimînin. Lewre dema ku pêşmerge hatin şandin ji bo demê peymanek nehat çêkirin. Di hevdîtinên bi Tirkiyê re jî li ser tiştekî wiha axaftin nehatiye kirin û mercekî wiha nîne.”
Yawer diyar kir ku şertê Tirkiyê ew bû tenê Pêşmerge derbasî Kobanê bibin û wiha pê de çû: “Ev jî daxwazeke normal e. Lewre Tirkiye wek dewlet ji bo ku ewlekariya xwe biparêze tedbîrên xwe werdigirê. Dema ku di ser dewletekê re hêzên leşkerî bên şandin dewleta ku sînorê wê tê bikaranîn dixwaze ku ji hemû tiştan haydar be.”
Yawer eşkere kir ku Tirkiyê ji wan xwestiye Hêzên Pêşmerge çi çekên bi xwe re bibin Kobanê dîsan bi xwe re vegerînin û axaftina xwe wiha qedand: “Tirkiyê destûr da ku Pêşmerge di sînorê wan re derbasî Kobanê bibin. Amûrên em ji Pêşmergeyan re dişînin jî dîsa bi rêya Tirkiyê digihin Kobanê. Di mijarên dermankirina birîndaran de jî alîkariyê didin. Çek û madeyên teqemeniyê Wezareta Pêşmerge şandin. Tirkiyê alîkariya çek û amûran neda. Çekên ku Herêma Kurdistanê şandin di destê Pêşmergeyan da ne.” BAS