Serrûpel Nûçe “Çekdarên daiş ji Kobanî direvin…“

“Çekdarên daiş ji Kobanî direvin…“

Belav bike

 

Ji pêr, 21ê Kanûnê ve, çekdarên DAIŞê bi kom ji nava Kobanê direvin û bi rêya çend xalên sînorî derbasî Tirkiye dibin.

 

Yek ji rojnamevanên ligel grûpa Ketayib Elşemal a ser bi Artêşa Azad a Sûriyê ve, ku niha li Kobanê şerê DAIŞê dike, bi navê Şervan Munbic ji BasNewsê re ragihand ku “Çend kesên ku li ser sînorin tekez dikin ku, roja Yekşema bûrî 15 çekdarên DAIŞî ji Kobanê reviyan û bi rêya xala sînorî ya Elî Şar, li rojhilatê bajêr, derbasî Tirkiye bûn, ji gundê Merc Ismahîl jî 20 çekdarên din derbasî Tirkiye bûn.”

 

Ji roja 15ê Îlona bûrî ve, çekdarên DAIŞê êrîşî herêma Kobanê kirine, bi mebesta dagîrkirina wê herêmê da ku wê “tevlî sînorê dewleta xwe bike”, wek ku melayekî ser bi DAIŞê bê di gotareke roja Înê de li bajarê Rerqayê ragihandibû.

 

Li gor ku Şervan Munbic daye zanîn jî “Duh 16 çekdarên din ên DAIŞê ji gundê Zehwan yê hevsînor ligel Tirkiye derbasî wî welatî bûn, piştî ku riyên xwe kur kiribûn, zêrevanên li ser sînor jî ew çekdar ber bi cihekî nediyar ve birin.”

 

Di vê dema dawiyê de, gelek bûyer di nava rêzên DAIŞê de derketin ku amajeyekê didin xuyakirina ku niha ew rêxsitin wek berê hevgirtî nemaye, bi taybetî piştî ku di hefteya bûrî de DAIŞê ragihand ku wê şanek li Reqayê girt ku dixwestin kodetayekê (înqilab) di nava rêxistinê de pêk bînin, ew şan jî ji 47 serkirdeyên wê rêxistinê li Reqayê pêk hatibû, piraniya wan jî Tirk û Azerî bûn.

 

Ji aliyek din ve, çavkeniyeke meydanî ji bajarê Kobanê ji BasNewsê re ragihand ku, grûpek ji çekdaran dixwestin bi rêya xala sînorî ya Elî Şar ve derbasî Tirkiye bibin, lê zêrevanên sînor ji aliyê Tirkiye ve rê nedan wan çekdaran derbas bibin, lewma di navbera çekdarên DAIŞê bi xwe de şer derket “Heta niha jî çarenvîsa wan çekdarên ku cûda bûne nediyare.”

 

Di vê dema dawiyê de jî, DAIŞê 100 çekdarên xwe li bajarê Reqayê yê Sûrî darvekirin, li gor ku hatibû ragihandin jî, wan çekdaran dixwestin ji nava DAIŞê birevin.

 

Li bajarê Munbicê yê Sûrî jî, ku ser bi parêzgeha Helebê ve ye, bi sedan xort ber bi Tirkiye û Libnanê ve reviyan, ji ber ku DAIŞê leşkeriya neçar li navçeyên di bin dest de ragihandiye. Jotiar Murad – Narîn Kobanî BasNews