Serrûpel Nûçe Çima wê şevê Barzanî raneza?

Çima wê şevê Barzanî raneza?

Belav bike


Fermandarekî Pêşmerge ku ji Kobanî vegeriyaye, dibêje, di nav germahiya şer de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Pêşmerge dîlan dikirin û tîlîlî lêdidan.

Çûna 150 Pêşmerge bi rêya Tirkiyeyê bo Kobanî bûyereke dîrokî bû ku di medyaya cîhanî de cihekî mezin girt û deng veda.

Wî fermandarê Pêşmerge yê bi navê Lîwa Ebdulqehar Mecîd behsa hinek bûyerên dîrokî kir ku heta niha nehatine vegotin.

Lîwa Ebdulqehar Mecîd li mala xwe li Dihokê ji Rûdawê re axivî û behsa wê dema ku li Pirsûsê qedandin her wiha çawaniya derbasbûna Rojavayê Kurdistanê kir. Lîwa Mecîd dibêje, piştî derketina biryara çûna hêzên Pêşmerge bo Kobanî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel wî axiviye da ku ew serkêşiya wê hêzê bike.

Bi pêwendiyekê her tişt hat guhertin

Fermande Qehar ku bi balafirê çû Bakurê Kurdistanê, dibêje: Piştî ku em gihîştin balafirgeha Rihayê, em bi 2 otomobîlan birin nav 2 holên girtî li navçeya Pirsûsê. Li wir bêtirî 24 saetan, tenê carekê xwarin dan me. Heta nedihîştin em biçin destavê jî. Wî fermandarî wiha domand: Paşê perlemanterekî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat ba me û mobaylek da min. min jî pêwendî ligel Serok Barzanî kir û piştre min pêwendî bi Wezîrê Pêşmerge re jî kir. Bi rastî Barzanî pir hêrs bû û ji min re got, tenê yek saetê xwe bigirin, lê beriya ku saetek derbas be, Waliyê Rihayê û fermandarê leşkerî yê tirk hatin ba me.

Mecîd dibêje: Piştî ku rewşa me baş bû, di 29ê Cotmehê de, ez û 9 Pêşmerge ligel 3 karmendên MÎTê ku ji Enqereyê hatibûn û Fermandarê Artêşa Tirkiyeyê li wê deverê, em bi hevre çûn ser sînor. Em birin cihekî û gotin bi vê rêyê derbasî Kobanî bibin. Me jî şervanên YPGê agahdar kiribûn ku emê derbas bibin û wan jî dixwest em bilez biçin, ji ber ku gellek nemabû ku bajarê Kobanî ketiba detsê DAIŞê.

Wî fermandarê Pêşmerge wiha pê de çû: Navê wî deriyê ku ji me re gotin divê hûn bi rêya wî derbas bin, Murşidpinar bû. Ez û 9 Pêşmerge ligel şervanekî YPGê ku li aliyê dinî sînor li hêviya me bû, derbasî Kobanî bûn lê li ser rê tenê 280 – 300 metran çekdarên DAIŞê ji me dûr bûn, wî şervanî ji me re got, xwe nizim bikin û bazdin ji ber ku DAIŞ guleyan davêje.

Lîwa Ebdulqehar wiha got: Em gihîştin nav Kobanî û berpirsên Kantona Kobanî pêşwazî li me kirin. Wê demê % 80 ji bajarê Kobanî di destê DAIŞê de bû. Me li wir cihek ji xwe re diyar kir û em vegeriyan Bakurê Kurdistanê, lê min biryar da ku Pêşmerge bi wê rêyê derbasî Kobanî nebin.

Tirkiyeyê ji ber me têlên sînorê xwe qetand!

Wî fermandarê hêzên Pêçmerge behsa bûyereke dîrokî li ser wî sînorî kir û wiha got: Dema em ji Kobanî vegeriyan Rihayê, saet 22:00 min Waliyê Rihayê dît. Wî ji min re got divê hûn hemû sibehê zû derbasî Kobanî bibin, lê min jê re got bi ti awayî Pêşmerge û çekên xwe yên giran bi rêya Murşidpinarê re derbasî Kobanî nabin, lê diyar bû ku Waliyê Rihayê li ser gotina xwe rijd bû. Min jî, jê re got: Ez biryarê li ser çûna wê hêzê didim û em bi wê rêyê derbas nabin. Ew jî hêrs bû û em heta saet 2ê şevê di civînê de man.

Mecîd wiha pê de çû: Roja din em çûn ser sînor. Ew cih bi têlan girtî bû. Min ji Rêveberê nahiyeya Pirsûsê û fermandarê wan re got, em dixwazin bi vê rêyê re biçin Kobanî, lê wan ji me re got, nabe hûn bi vê rêyê derbas bibin, ji ber ku em têlên xwe naqetînin, ti carî me têlê xwe ji kesî re neqetandine, em ji we re jî naqetînin! Lê dîsa min hewl da û di dawiyê de neçar man ku rê ji me re vekin. Wî fermandarî wiha domand: Qetandina têlên sînor ne bes bû, min ji wan xwest ku rê jî ji me re rast bikin heta ku otomobîlên me karibin derbas bibin, bi vê daxwaza me pir dilgiran bûn.

Barzanî heta sibehê ranezabû

Wek Lîwa Qehar dibêje, heta ku em gihîştin Kobanî Serok Barzanî û Wezîrê Pêşmerge lidel me diaxivîn, ji ber ku şeva em derbasî Kobanî bûn, ku 31ê Cotmehê bû, ji saet 12:00 heta sibehê saet 10:00 çekadrên DAIŞê êriş dikirin û şer berdewam bû. Wî fermandarê hêza Pêşmerge wiha got: Serok Barzanî serê sibehê dîsa ligel me axivî û pirsa rewşa me kir. Ji ber wan êrişan heta sibehê ranezabû û dilê wî li gel me bû. Wê demê rewşa Kobanî pir hestiyar bû. Eger em di dema xwe de ne li wir bana, wê Kobanî ji destê me çûba. DAIŞê hêzek mezin anîbû Kobanî, da ku ji serî de moralê Pêşmerge têk bibe, lê zû me bi tundî bersiva wan da û me çekên sivik dan şervanên YPGê.

YPJê çi tiştek ji Pêşmerge xwest?

Wî fermandeyê Pêşmerge li Kobanî behsa wê demê dike ku şer hinekî sar bibû. Li nav Kobanî bi berpirsên ewlehî, leşkerî û îdarî yên Kantona Kobanî re rûniştibûn û kêfxweş bûn. 20 pez ser jêkirin û kêf û şahî kirin, dengê tîlîliya şervanan tevlî dengê topan bibû.

Ew roja ku Pêşmerge gihîştin Kobanî çekdarên DAIŞê dest bi topbaranê kirin heta 10 rojan qet nesekinîn. Lê lîwa Qehar dibêje, piştî ku balansa şer hat guhertin me ji parastinê dest bi êrişê kir û di rojekê de me karî 4 taxên Kobanî bistînin. Dema em gihîştin wir şervanên YPJê daxwaz kirin ji wan re çekek ji curê qenasê û dûrbîneke şevê dabîn bikin. Min jî ji Serok Barzanî re got ku tiştekî wisa dixwazin. Di demekî kurt de ji me re 2 BKC, du qenas û dûrbîneke şevê hat. Birastî ez wê gavê qet ji bîr nakim çimkî wiqasî kêfxweş bûn dinyayek dua ji Serok re kirin.

Fermande Qehar behsa rewşa nav Kobanî jî dike û dibêje, dema em nû çûn nav Kobanî me tenê du otomobîl dît. Li wir jiyan nemabû lê dema em pêşde çûn û me %55ê bajêr girt paşê çend malbat vegeriyan nav bajêr. Niha 150 malbat li nav Kobanî de hene lê rewşa wan pir xirab e, tiştekî wan tine bixwin. Ew tiştên ku li nav malan de mane, wan dixwin.

Quran neşewitî!

Wî fermandeyê Pêşmerge behsa bûyereke sosret jî dike û dibêje, carekî topek li nav çepera me ket, 14 pêşmerge birîndar bûn û çepera me jî hemû şewitî. Paşê dema me li çeperê nihêrî tenê ew cihê ku Quranek lê bû neşewitîbû. Em heyirî man. Vîdyoya wê jî heye. Ew jî nîşan dide ku Xwedê piştevanê me ye. Rûdaw