Li gor encama lêkolîn û lêpirsîna Lîjneya Qanûnî ya ENKS, 3 partiyên ENKS dengê xwe dane kandîdên TEV-DEM û dengê xwe nedane kandîdên ENKS.
Kesên ku navê wan ji aliyên komîsyona hiqûqî ve hatine eşkerekirin ev in:
Sekreterên Tevgera El Qîfaq: Fewzî Şengalî
Sekreterên El Partî: Nesredîn Îbrahîm
Cîgirê sekreterê El Wehde: Mistefa Meşayîx
Îro wê ENKS li Qamişlo bicive û biryara derxistina wan partiyan ji ENKS û Itîlafê bistîne.
Eşkere bû ku TEV-DEM alîkariya komîsyona Lêpirsînê nekiriye û kaxetên hilbijartinan nedane wê.