Serrûpel Nûçe “Dibe ku şerê DAIŞ 5 salan dirêj bike“

“Dibe ku şerê DAIŞ 5 salan dirêj bike“

Belav bike


Fermandarê Eniya Mexmûr-Giwerê Sîrwan Barzanî, ku 45 kîlometre dikeve başûrê rojavayê Hewlêrê ragehand ku DAİŞ piştî têkçûna li derdora çiyayê Şengalê taktîka xwe guhertiye û wiha axivî: “Terorîstan piştî têkçûna li Şengalê ji sê aliyan ve bi tank û otomobîlên zirxpoş êrîşî çeperên Pêşmergeyan ên li Giwerê kirin. Lê belê ji ber ku me bersiva êrîşên wan da, nikarîn bi ser bikevin. Di şerê ku bi qasî nîv saetê berdewam kir de 25 terorîst hatin kuştin. Ji me jî 5 Pêşmerge şehîd bûn.”

Barzanî got ku DAİŞ derbarê heweta Hêzên Pêşmerge de ket nav xeletiyekî û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Terorîstên DAİŞ’ê wiha fikirîbûn ku bêyî êrîşên ji hewayê yên hêzên koalîsyonê, em dê nekaribin bersiv bidin. Lê belê digel ku taktîkên cuda bi kar anîn jî me hemû êrîşên wan şikandin û otomobîlên wan ên zirxpoş şewitandin. Me di van êrîşan de jî nîşan da ku em bêyî piştgiriya hewayê ya balafirên şer jî dikarin li hember DAİŞ’ê têkoşînê bidin û şer bikin.”

Sîrwan Barzanî da zanîn ku gundên Kurdan ji DAİŞ’ê paş ve sitandine û ji bo “şerê Kurd-Ereban dernekeve” ji azadkirina gundên Ereban biguman in. Barzanî wiha pêde çû: Pêşmergeyên ku berê li çiyayan şer dikirin êdî tecrûbaya şerkirina li deştê jî bi dest xistin. Tekane pêdiviya me çekên giran in. Herwiha hêza leşkerî û aborî ya DAİŞ’ê ne wek berê ye û moralê çekdarên wê jî gelekî têk çûye.’‘

Barzanî da zanîn ku ji sedî 97ê axa Kurdan a di destê DAİŞ’ê de hatiye azadkirin û got ku li DAİŞ’ê paqij bikin. Lê belê karê hikûmeta navendê dijwar e. Artêşa Iraqê bêyî piştgiriya hêzên biyanî nikare rêxistina terorê DAİŞ’ê ji navçeyê derxîne. Li gor texmîna min paqijkirina navçeyê ji DAİŞ’ê dibe ku heta 5 salan berdewam bike.” (BAS)