3 kesan roja çarşemê 7-1-2015, li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê êrîşî wî kiribû û ew giran birîndar kiribûn.
Lêpirsîn berdewam dike.
Xalid Ebdulah parêzere û xelkê Dêrîkê ye û ev 6 salin li Herêma Kurdistanê dijî.
Ev çend salin weke serokê Encûmena Penaberan ya Rojavayê Kurdistanê kar dike.
Berî niha di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ew û nêzîkî 100 kesên din ji Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê derdikevin.