Serrûpel Nûçe Barzanî: Şerekî mezin li pêşiya me ye!

Barzanî: Şerekî mezin li pêşiya me ye!

Belav bike


Duh, 11ê Çile, Wezîera Bergirî ya Almanya Ursula van der Leyen bi serokatiya şandekê gehişte Herêma Kurdistanê, piştî hevdîtinekê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Medû Barzanî, her du aliyan konferansekî rojnamevanî li darxistin.

Di destpêkê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, hatina şanda almanî bo Herêma Kurdistanê “Nîşana peywendiyên bihêz û hevahengiya du alî ye” herwiha bi navê gelê Kurdistanê spasiya welatê Almanya kir li ser wan alîkariyên ku ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re şandine û bûne sedema pûçkirina gelek êrîş û kiryarên xwekujî.”

Serok Barzanî balkişande ser çekê almanî yê ji corê Mîlan û got: “Çekê Mîlan ji bo Pêşmerge gelekî girîng e, mamostayên almanî jîr bûn ku ew çek afirandin, şagirt jî ku Pêşmerge bûn, azad bûn di bikar anîna wê li dijî terorê.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje ki jî ku, gelê Kurd şanaziyê bi wê yekê dike ku kariye terorê bişikîne û wiha domand: “Dibe ku hê şerekî mezin li pêş me be, bi piştgiriya Xweda emê li ser rûbirûbûna terorê berdewam bin.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîra Bergirî ya Almanya Ursula von der Leyen ragihand ku, serpereştiya eniyên şer ji aliyê Serok Barzanî ve wateyeke gelekî mezin dide, ew jî li wê wateyê têdighin û wiha got: “Alîkarîkirina Hêzên Pêşmerge cihê şanaziyê ye ji bo Hikûmeta Almanya.”

Ursula von der Leyen amaje kir ki, hatina şanda Wezareta Bergirî û Parlementiya Almaniya bo Herêma Kurdistanê ji bo wê mebestê ye ku, mîzanîzeke baştir ji bo alîkarîkirin û piştgirîkirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Wezîra Bergirî ya Almaya bêhtir li ser mebesta serdana xwe axifî û got: “Em hatine da kar ji bo geşkirin û alîkariya Hêzên Pêşmerger, herwiha perwerdekirina Pêşmerge bikin  agehdarî pêwîstiyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bibin.” (BAS)