Serrûpel Nûçe Barzanî serdana Almanya dike

Barzanî serdana Almanya dike

Belav bike

Roja 6-8ê meha Sibatê wê li Münchnê 51emîn konferansa Ewlehiyê were li darxistin bi beşdariya bêhtir ji 30 serok û wezîr û nûnerên welatên cîhanê ji wan jî wê Şêwirmenda Almanî Angêla Merkel beşdar be.


Liser navê Kurdistanê jî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi fermî ji aliyê Komîta serperiştî ya Konferansê Ewlehiyê hatiye vexwendin da beşdar bibe û wê beşdarî Panêlan jî bibe.


ji buhara sala 1963an ve li München a Almanyayê Konferansa Ewlehiyê tê li darxistin, heta destpêka salên 90î konferans girîngiya xwe hebu lê beşdar gelek kêm bûn weke van 20 salên dawiyê nebû, konferansa dawî li 01.02.2014an bi beşdariyeke girseyî ji piraniya welatên cîhanê hat lidarxistin ku praniya Panêl û semînaran liser şerên heyî li cîhanê bun. Rojavanews