Serrûpel Nûçe Heseke: YPG qereqoleke rejîmê bidest xist

Heseke: YPG qereqoleke rejîmê bidest xist

Belav bike

Hêzên YPG’ê û YPJ’ê li dijî qereqola asayîşa rejîma Baasê ya li bakurê Taxa Tilhecer a bajêr çalakiyek li dar xistine. Di encama çalakiyê de qereqola rejîmê bi temamî hatiye bidestxistin. Her wiha hemû leşkerên ku nêzî 30 leşkeran bûn û di qereqolê de bûn bi çekên xwe ve xwe radestî hêzên YPG’ê kirine.

Tê zanîn ku hêzên YPG’ê beriya niha jî benda kontrolê ya Sebax a hêzên rejîmê bi dest xist kiribû.

Şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û rêjîma Baasê de li taxa Mesakên hê jî didome. Li aliyê din jî hêzên rêjîmê taxên Muftî, Tilhecer, Salihiyê, Mesakên ku piraniya şêniyên wê Kurd in bi hawanan bombebaran dike. anf