Serrûpel Nûçe “Kesek nikare rêveberiyeke kartonî li Şengalê ava bike”

“Kesek nikare rêveberiyeke kartonî li Şengalê ava bike”

Belav bike


Roja Çarşema borî, 14ê Çile, li sere Çiyayê Şingalê hejmarek ji serkirdeyên PKKê û nûnerê YNK civînek pêk anîbûn, piştî bidawîhatina civînê di konferansekî rojnamevanî de “Encûmenê Kantona Şingalê” ku ji 27 endaman pêk tê, hat ragihand bûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de helwesta xwe ji vî karê PKKê anî zimanû û ragihand ku “Piştî azadkirina devera Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û vegerana hêviyê ji bo xuşk û birayên Êzdî û hewla dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ya ji bo vegerandina jiyan û aramiya li vê deverê, bi mixabinî li rêkefta 14.01.2015 taqimek bi awayeke neyasayî rabûne bi ragihandina encûmenek bi navê Encûmena Êzîdiyên Şingalê bo ku bingehek ji bo damezrandina kantonê li vê deverê xweş bikin.”

Herwiha di daxuyaniyê de tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku Şingal beşek ji Kurdistanê ye û sazî û dezgehên fermî û îdarî yên taybet bi wê hene, erkê wan rêvebirin û alîkarîkirina xelkê ye û vegera derbideran, parastina Şingalê jî li ser milê wan sazî û dezgehan e.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ji hemû aliyekî re radighîne ku “Ew reftar li dijî xwesteka xelkê Êzdî û tevaya xelkê Kurdistanê ye. Ji bo tu kesî nîne ku ti cor rêveberiyeke kartonî û li derveyî xwesteka xelkên Şingalê li ser vê dever bisepêne, berovajî vê yekê dê rûbirûyê karvedaneke tund bibin.”

Serokatiya Herêma Kurdistan di dawiya daxuyaniya xwe de xelkên Şingalê piştrast dike û tekez dike ku “Dê Şingal bi awayekî fermî vegere bi ser Herêma Kurdistanê ve.”