Daxuyanî diyar dike ku Şengal perçeyek ji Federasyona Başûrê Kurdistanê ye. Gelo, kengê Başûrê Kurdistanê Bûye federasyon? Çend hikûmetên din hene bi hikûmeta Hewlêrê ya navendî ve girêdayîn? Yan ên daxuyanî nivîsîn nizanin federasyon çiye an jî ew dixwazin di dema pêş de herêm bibe federasyon û Şengal bibe herêmeke wê.
Bêguman Herêm dikare bibe Federasyon û Şengal jî dikare bibe herêmeke wê, lê biriyara vê yekê wê gelê başûr bi xwe bide dema wê girîng bibîne.
Devera Şengalê cihê kêşeyê bû di navbera hikûmeta Federal ya Îraqê û Herêma Kurdistanê de. Piştî şapeya bi serê gelê me yê Êzidî ji aliyê DAÎŞê ve hatî rewşeke nû derket holê û li gorî vê rewşê Herêm hewil dide hem wê rizgar bike û hem dawiya desthilatdariya hikûmeta federal bîne.
Tam di vê demê de PKK dest bi hinek hewildanan dike. Çine gelo? Birastî PKK dixwaze çi bike? Tevgerên wek PKK li ser kirîzan dijîn. Gava li deverekê mij dikeve ew dest bi nêçîrê dike. Nêçîra hestan yek ji taybetmendiyên PKK ye. Hestên gelê me yê Êzidî di vê navberê de nazik in û gelek şewat in.
Yek ji dûr tê û bi van hestan re wiha diaxive: “ Binêrin hûn defacto ji Îraqê cuda bûne, lê hûn ne mecbûr in xwe bi herêmê ve jî girêbidin. Hûn dikarin herêma xwe bi xwe çêkin. Li ber kesekî negerin û bila herkes were ber piyên we û di pêşerojê de li ber we bigere. Hûn dikarin bi alîkariya me hêzeke xwe ya asayîşê, hêzeke xwe ya leşkerî û dezgehên xwe yên cuda ava bikin. Ger hûn bûn xwedî statûyek cuda, hûn dikarin bi hêz herin li ser maseya guftûgoyan di dema pêş de”.
Dibe ku propogandeyek wiha hestan hinekî rake li ser piyan û dilên şikestî hinekî germ bike, lê ne siyaseteke rûniştî ye û bandora wê tenê demikî ye.
Rast e, devera ku hest hefsarê MENTIQ dikişînin li wê derê kelecanek tê holê lê pîlanên dûdirêj û çareserî ji ber çavan winda dibin. (Akif Hasan – Berdevkê PKK yê berê li Ewropa)
——————-
Daxuyaniya KCK
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser îdiayên ku dibêjin “PKKê li Şingalê kanton ava kiriye” daxuyaniyek da û ragihand, li Şingalê kanton nehatiye avakirin û îdiayên ku behsa veqetandina Şingalê ji Herêma Kurdistanê dikin, nerast in.
Ev çend roj in nerazîbûneke berfireh li dijî hewlên avakirina “Kantona Şingalê” û “Encumena Êzîdiyên Şingalê” ji aliyê PKKê ve tê kirin û heta niha jî didome.
Li hember vê yekê, Serokatiya KCKê îro di daxuyaniyekê de bersiva wan nerazîbûn û îdiayan da û ragihand, li Şingalê kanton nehatiye avakirin û ew civîna ku li ser çiyayê Şingalê jî hatibû lidarxistin “li derveyî tevgera me” û ji aliyê êzîdiyan ve hatibû lidarxistin.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Me gellek caran aniye ziman ku daxuyaniyên ku behsa veqetandina Şingalê ji Başûrê Kurdistanê dikin, nerast in. Me behsa hebûna rêveberiyeke xweser ji bo Şingalê kiriye lê qet behsa avakirina herêmeke xweser û veqetiyayî ji Başûrê Kurdistanê nehatiye kirin.”
KCKê her wiha diyar kir ku beşek ji medyaya Başûrê Kurdistanê nûçe û îdiayên xelet li ser wan belav dikin û wiha ragihand: “Di weşanên xwe de ew nêrînên ku yên me nînin, dikin yên me. Di vê dema ku têkoşîneke mezin ji bo rizgarkirina Şingalê tê dayîn, belavkirina tiştên bi vî rengî yên ku tevgera me dikin armanc, ne li gorî berjewendiyên netewî yên gelê kurd in.”
Di beşek din a daxuyaniyê de li ser civîna ku roja 14ê vê mehê li ser çiyayê Şingalê hatibû lidarxistin jî wiha hatiye gotin:
“Divê lidarxistina civîneke bi vî rengî ji aliyê gelê êzîdî ve normal were dîtin, çimkî gelê êzîdî rastî jenosîdeke mezin hatiye û hebûna wî gelê di bin tehdîdê de ye. Hevalekî me jî ji ber ku êzîdî ye, tevlî wê civînê bibû. Biryarên ku di civînê de jî hatine girtin bi temamî bi îradeya êzîdiyan hatine girtin.”