Navê wê keçê Nûra Hisên Hisêne û ji bajarokê Mebetlî yê Efrînê ye, di roja şahiya xwe de û dema ku ji Kuafêr vedigeriya, otombêleke leşkerî li wê sekinî û ew bi xwe re bir, lê malbat îsrar dike ku hatiye revandin.
Lê malperên nêzîkî PKK jî, diyar dikin ku xwestin bi zorê wê bizewcînin û radigihînin, keçikê ji wan re gotiye ku, YPJ ew ji bo eskeriyê nerevandiye û ew tevlî YPJ bûye, ji ber ku malbata wê dixwestin bi zorê min bizewcînin.
Li gor malperên nêzîkî PKK, wê keçê nameyek ji malbata xwe re şandiye û ji wan re gotiye, ew niha li cem YPJ. (Rûdaw)