Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî Emîd Muslih Zêbarî ji Rûdawê re got ku şeva borî derdora saet 02:00ê hêzên kurdî gundê Termik li başûrê Kobanî bi temamî ji destê DAIŞê rizgarkirin û herwiha hêzên kurdî li wê eniya şer pêşde diçin.
Emîd Muslih Zêbarî eşkere kir ku di şerê kontrolkirina gundê Termikê de, wan ziyanek mezin dan rêxistina DAIŞê û tankek û çend wesayîtên wan jî ketine destê şervanên YPGê.
Zebarî di derbarê şerê li rojhilatê Kobanî de jî wiha got: “Şer li taxa Kaniya Ereban li aliyê rojhilat berdewam dike û heta niha ji sedî 75 ji wê taxê ketiye bin kontrol hêzên kurdî û pêşdeçûna şervanên YPGê û pêşmerge li wir berdewam dike.”
Emîd Muslih Zêbarî herwiha anî ziman ku balafirên hevpeymaniya navdewletî îro û şeva borî bi giranî çeperên DAIŞê li bajêr bombebaran kirin.
Şervanên YPG bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge Kaşê Miştenûrê 20ê Çileya îsal ji çekdarên DAIŞê paqij kiribûn.