Gelo pêwîstiya Êzîdiyan bi kantonekê heye?
Çima hinek kurdên Êzîdî dixwazin ji derveyê Herêma Kurdistanê ji xwe re kantonekê bi alîkariya PKK kantonan ava bikin? û çima naxwazin di nava Kurdistanê de bimînin?
Ew dizanin, kanton çi ye, kengî, çima û ji bo kê tê avakirin?
Gelek kesên ku di encumena avakirina kantonê de cih girtine, çep û rastê kantonan ji her dernaxin û endamekî encumenê jî dibêje, ez şivan bûm, gotin were civînê, min got belkî xwarinê belav dikin, rabûn ez kirin endamê Encumenê?
Li aliyê din, Êzîdiyên ku li dijî sîstema kantona ne dibêjin, bila PKK biçe li bakurê Kurdistanê, li Amedê kantonê ava bike.
Aliyekî din jî dibêje, hikûmeta Kurdistanê xwedî li Êzîdiyan derneket û bi salan ew îhmal kirin û bi tenê hîştin, niha jî bûye xwediyê Şengalê.
Ew dibêjin, madem hikûmeta Kurdistanê vê xebata PKK weke mudaxele dibîne, ji ber çi razî bû ku gerîlayên PKK li kêleka wan li Şengalê şerê DAIŞê bike?
Çi zerara Kurdistanê têde heye ku Êzîdî jî, weke kantona Efrînê, Kantona Kobanî û Kantona Cîzîrê, bi destê PKK be jî, ji xwe re Kantona Şengalê ava bikin?